Rêwîtiya jinên El-Faşêrî ya di navbera koçberî û qirkirinê de
Piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn El-Faşêrê desteser kirin jin û zarok neçarî rêwîtiya mirin, birçîbûn û koçberiyê man. Ev trajedi veguherî şahidiya bi xwîn a sûcên qirkirina nijadî ya ku bi awayekî bi pergalî tê kirin.
MERVET EBDULQADIR
Sudan – Du sal in jinên El-Faşêrê li dijî dorpêç, birçîbûn û nexweşiyê li ber xwe dan û bi hêvî li benda bidawîbûna şer û mirinê man lê ba ji aliyê wan ve nehat. Piştî ku artêşa Sûdanê ji bajar vekişiya û Hêzên Piştgiriya Lezgîn kontrolê girtin destên xwe jin bi zoriyên mezin û bi nêzîkahiyên ku wan biçûk dixin neçar man ji bajar derbikevin.
Rêwîtiya koçberiya bi xeter
Jinên ku ji bajarê El-Faşêr ê Sûdana Rojava dikevin rêwîtiyek zor a bi hefteyan, zarokên xwe di hembêza xwe de digrin, nexweş birçî û bi tirsa komkujiyan reviyan.
Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ji 26’ê Cotmeha 2024’an ve heta niha ji 81 hezarî zêdetir kesên ku zêdetirî wan jin, zarok û extiyar in, ji El-Faşêr û derdora wê koçber bûne. Piştî ku kontrol ket destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn, wan koman li herêmên ku ketin girtin bin kontrola xwe li dijî sivîlan sûcên mezin kirin.
Komên qadê diyar kirin hemû rê bi xeter in û ev yek jî tevgerê asteng dike, rewş heta tu bibêjî bi fikar û bê îstîqrar e. Di dema koçberiyê de gelek ciwanên ku ketin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatin girtin, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî hatin înfazkirin. Jin, zarok û extiyar jî bi westandin û şopên îşkenceyê bi zorê gihîştin herêma Debbe ya li bakur.
Li herêma bakur û bi sir û seqem, mirovên ku li konan bi cih bûn, bi nivîn, li erdê radikevin; pêdiviyên xwe yên bingehîn avê û yên wekî din jî bi desteka xêrxwazan bi cih tînin.
Ajansa me bi serdana van kampan, guhdarî jinên ku bûne şahidên vê trajediyê kir. Tiştên ku jinan gotin, ne senaryoya fîlmek bû; sûcên di jiyana rastîn de hatibûn kirin bûn. Gelek ji wan hê jî ji tirsa xwe nikare ji kamerayan re biaxive.
Îşkence û komkujiyên ji ber nijada mirovan

Hanan Adem Îsmaîl, bi cesaret behsa hinek tiştên ku jiyane kir lê gelek kesên din nikarin tiştên jiyane vebêjin. Hanan Adem diyar dike ku roja El-Faşêr ji destê artêşê derketiye, wê zaroka xwe ya nexweş girtiya hembêza xwe û hewl daye bire lê ji aliyê leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatiye rawestandin û dibêje: “Li ber zarokên min li min dan, heqaret, kirin û îşkence kirin. Li zarokên min jî dan. Zarok digiriyan, ji bedena wan xwîn dihat. Dûre me hiştin û çûn, min jî di nava xwînê de wan hembêz kir û ketim rê.”
Hanan Adem a ku xwe spart gundekî, bîst rojan hewl da birînên xwe û zarokên xwe bibêçe; ji bo ku travmaya zarokên xwe kêm bike çi ji destên wê hat kir lê dema ku careke din neçar ma bireve, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastî êrîşê hat. Lêdan xwar, eşyayên wê hatin dizîn, hewl dan wê bikujin. Di encamê de keça xwe ya biçûk girt hembêza xwe û gihîşti Sûdana Bakur.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi qirkirinan nijadî tên sûcdarkirin û ev yek bi gelek vîdyoyên li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin piştras dibe. Di vîdyoyan de tê dîtin ku bi kuştina sivîlên reşik pesnê xwe didin û agir bera gundan didin.
Tora Bijîjkên Sûdanê di belavokek ku belav kir de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El-Faşêrê gorên komî dikole, bi sedan cenazeyan binax dike û hinek ji wan jî ji bo sûcên xwe veşêre dişewitîne.
Gund hatin valakirin û şewitandin

Munal Îbrahîm, yek ji kesên li gundê Şuqra yê dikeve bakurê El-Faşêrê dijî û ji komkujiyê rizgar bûye wiha behsa tiştên jiyane dike: “Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatin gund, malên me talan kirin, bi zorê me derxistin derve. Agir bera gund dan. Kesên ku reviyan şopandin û çûn kîjan gund wî gundî şewitandin, mêran kuştin. Gelek caran em wiha reviyan, piştî meşa çend rojan em gihîştin Debbeyê.”
Di rê de her tiştê xwe winda kirin

Esma Ahmed jî piştî meşa ku mehek domiya, gihîşt eyaleta bakur. Dibêje ku îşkenceya fizîkî û derûnî lê hatiye kirin, rastî heqaretê hatiye û lêdan xwariye. Dema ku ji ajansa me re diaxive bi zorê li piyan dimîne; êşa tiştên ku jiyane hê jî ji çavên wê diyar dibin.
Li dijî jin û zarokên komkujiyên sistematik
Wezîra Karên Civakî ya Dewletê Selîme Îshaq, bi daxuyaniyek rewşa li El-Faşêrê bi gotinên; “felaketek mezin a li dijî mirovahiyê” pênase kir û da zanîn ku ji rojên destpêkê ve piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ketin bajar, ji 300’î zêdetir jin hatine kuştin, herî kêm 25 bûyerên tecawizê hatine belgekirin û diyar kir ku hejmar ji yên hatine belgekirin pir zêdetir e.
Selîma Îshaq wiha bi dawî kir: “Van sûcên li dijî jin û zarokan, nîşan didin ku bi awayekî eşkere û sistematik qirkirina nîjadî heye.”