Rêveberiyên heremî dê pêşengiyê ji xebatê jinan re bikin
Hevserokan kampanyaya ku ji aliyê Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ve bi dirûşma "Hê gotinên me neqediyane, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" destpê kir, nirxandin: "Armanca me ew e ku li dijî tundiyê şaredariyên bi rengê jinan bi rêxistin bikin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên demokratîk, ji bo çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de bên lidarxistin, di 13'ê Mijdarê de li Amedê metnek deklerasyonê ragihand. Jinan di dellarasyonê de bi dirûşma “Gotinên me xelas nebûne, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin” starta kampanyaya ku salek bidome da.
Di çarçoveya kampanyayê de dê bi midûriyetên jinan ên şaredariyan re xebatek hevbeş were kirin.
Rêveberiyên herêmî yên ku wê jin û zarokan bikin karê xwe yê sereke, bi navendên şêwirmendiyê û qadên kar ên ku ew ê vekin, armanc dikin ku jinan bêhtir bi hêz bikin û tevli jiyana civakî bikin.
‘Gotinên me xelas nebûne’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak got ku piştî hilbijartinê ji bo jinan di gelek qadên civakî de qadên îstîhdamê ava kirine. Serra Bucak, diyar kir ku ew ê bi vê kampanyayê li dijî sûcên li ser jinan zêde dibin têbikoşin û di vê noqteyê de hemû hêza rêveberiyên herêmî bixin meriyetê û diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Gotinên me xelas nebûne” li cem jinan bin.
Serra di berdewamiya axaftina xwe de der barê kampanyayê de ev tişt anî ziman: “Jixwe me her dem weke rojên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê di nav salekî de gelek çalakî li dar xist û kampanya da destpêkirin. Vê carê ji bo me wateyek wê ya herî mezin heye, em di pêvajoyek qetilkirina jinan, tundiya li ser wan her diçe zêde dibe de dijîn. Me kampanyayek ku ji vê rewşê re bibejê bisekine da destpêkirin. Em hem girîngî didin kampanyayê hem jî dirûşmê. Mixabin me di demên dawî di li ser goristanan qetlîama jinan şermezar kirû em dibêjin, ‘Êdî em di dawiya gotinê de ne’. Ji ber vê yekê dema ev vê peyvê bizivirînin ku bibêjin ‘hîn axaftinê me xelas nebûye’ ev kampanya da destpêkirin. Hemî rêvebrçn heremî û şaredariyên hatine hilbijartin starta kampanyayê dan. Heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê em ê bi panel, çalakî, civînên li taxan, bi jinan re perwerdehiya hişyarkirinê û ya herî girîng jî rêxistinbûna jinan zêde bikin. Bi vî rengî em ê li dijî pergala ku ji aliyê desthilatdarî û mekanîzmayên darazê ve tê mezinkirin, bêjin ‘gotin û hêza me heye ku em biguherînin'. Ji bo dawîlêanîna li qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan û binpêkirina mafên zarokan em ê xebatên xwe bi awayekî rêxistinkirî bimeşînin."
‘Armanca me ya herî mezin dawîanîna sûcên li dijî jin û zarokan e’
Serra Bucak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku plansaziyên dane pêşiya xwe jiyanî dikin û wiha pê de çû: “Xebatên rêbeberiyên heremî yên em li bajaran dikin di rêza yekê de jin hene. Em ji bo mezinkirin û pêşxistina jinan dixebitin, ji bo jin bikaribin bibin xwedî gotin û îstîhdama jinan zêde bikin. Ji bo jinên ciwan gelek xebatên em bimeşînin hene. Dema em berfirehtir mêze dikin, azadiya civakî ava dikin, behsa gotina jinan dikin, yekitiya civakî mezin dikin û dibêjin 'em jî li vir in'. Ev kampanyayek e ku hem bi paradîgmaya partiya me û hem jî bi perspektîfa rêveberiyên herêmî re pir lihevhatî ye. Armanca me ya herî mezin ew e ku em li bajarên xwe dawî li sûcên li dijî jin û zarokan bînin. Yek ji armancên me jî ew e ku em her ferda civakê bikin mijara vê xebatê.
‘Me li dijî qetlîam û tundiyê xeteke têkoşînê daye avakirin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî diyar kir ku piştî hilbijartinê wan ji bo xurtkirina kampanyayê bi navendên şêwirmendiya jinan re amadekarî kirine û der barê kampanyaya ku dest pê kirine de ev tişt got: “Weke rêveberiyên herêmî me dest bi kampanya xwe ya ku dê salek bidome kir. Bêguman nayê vê wateyê ku ev kampanyaya me dê tenê salek bidome. Me berê jî bi awayekî çalak xebatên jinan dabû meşandin. Em ê di nava salekê de berfirehtir xebatan bidin meşandin. Xebatên me yên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêşxistina aboriya siyasî ya jinan û dîroka jinan wê bi awayekî berfirehtir bidomin. Bi taybetî di van demên dawî de kûrbûna pirsgirêka giran a tundiya li ser jinan, zêdebûna êrişên li ser destkeftiyên jinan û bi taybetî jî tayînkirina qeyûman me ber bi van lêkolînan ve bir. Me jî wek rêveriyan heremî di nav salekî de xeta tekoşînê da avakirin. "Dema ku me li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dixebitî, me berê jî xebatên sazîkirina wê û belavkirina wê li her qadê meşand."
‘Em ê li dijî tundiyê şaredariyên bi rengê jinan ava bikin’
Neslîhan Şedal, diyar kir ku ew ê bi “şaredariyên bi rengê jinan”, jinan bi rêxistin bikin û wiha got: “Ji bo vekirina navendên şêwirmendiyê yên jinan û dûrxistina jinan ji derdorên tundiyê xebatên me didomin. Di vê xalê de dê xebatên me berfirehtir berdewam bikin. Xebatên ku jin û zarokan esas digrin em ê bidin meşandin û jiyanî bikin. Qeyûman ji bo ku qadên jiyana jinan tune bikin polîtîka dan meşandin. Daxwaza me ew e ku li dijî jinkujî û şîdeta li ser jinan, em zêdetir şaredariyên bi rengê jinan bi rêxistin bikin. Bi vê xebatê re me starta xebatên xwe eşkere kir.”