Rêveberiya Xweser têkildarî şer û aloziyên Suriyeyê bang kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê destnîşan kir ku şer û pevçûnên li herêmên beravê yên Suriyeyê tu çareseriyan bi xwe re nayîne û banga diyaloga ku hemû pêkhate tevlî bibin, kir.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser, derbarên şer û pevçûnên ku li Latkiye, Tertus, Idlib, Hums û Deraa di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de derketine û hîn jî didomin de, daxuyaniyek belav kir. 

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser hat weşandin, wiha ye:

“Li Sûriyeyê û nexasim li berava wê asta şerê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û grûbên leşkerî yên li beravê de, bilind dibe.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, metirsî û xemgîniya xwe ya ji ber bûyerên li beravê diqewimin diyar dikin. Em destnîşan dikin ku sedema vê aloziyê ew e ku desthilatdariya Şamê rastiya Sûriyeyê rast naxwîne, hesasiyeta rewşa Sûriyeyê û bi taybet pirrengiya pêkhate û mezheban li ber çavan nehatiye girtin. Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedema ku komkujî li ser gelê me yê Sûriyeyê pêk werin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilmendî tevbigerin û vê aloziya ku dê bibe sedema zêdebûna mesafeya di navbera hêzên niştimanî yên Sûriyeyê de rawestînin.

Me gelek caran bal kişandiye ku pêwîstiya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye da ku Sûriyeyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkan ve bibe. Me diyar kir ku ev çareserî jî avakirina Sûriyeke ku hêvî û xwestekên hemû gel, pêkhate û baweriyên Sûriyeyê pêk tîne ye.

Careke din em banga rawestandina şer dikin û dibêjin berê xwe bidin diyalogê. Her wiha em bag li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku li pey kesên dixwazin şerekî navxweyî li welatê me derxînin, nekevin.”