Rêveberiya Xweser: Maf bi biryarên demkî nayên parastin
Rêveberiya Xweser diyar kir ku maf bi biryarên demkî na, lê bi destûrên daîmî tên parastin. Her wiha destnîşan kir ku pirsgirêkên maf û azadiyan bi diyalog û destûreke demokratîk a nenavendî çareser dibin.
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva biryara 13’an a ji aliyê Colanî ya HTŞ’yî ve hat ragihandin da.
Daxuyanî wiha ye:
“Me biryara serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri ya der barê mafên Kurdên li Sûriyeyê de şopand. Em diyar dikin ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî yên ku îradeya gelan û tevahî pêkhateyan îfade dikin, têne parastin.
Her biryarek niyeta wê çi dibe bila bibe, eger nebe beşeke destûreke giştî û mafên her kesî bêyî cudabûn mîsoger neke, nabe garantiya rasteqîn a mafên tevahî pêkhateyan. Wekî ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Xweseriya Demokratîk de hatiye destnîşankirin, divê destûreke demokratîk a pirreng were avakirin ku mafên tevahî pêkhate û civak û baweriyên li Sûriyeyê biparêze. Ji ber ku pirrengî jêdera hêza Sûriyeyê û bedewiya wê ye.
Di demekê de em dibînin dibe ev biryarek gava destpêkê be, lê hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih nayne ku berdêlên giran dane û şoreşreke rasteqîn ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, avakirina dewleteke demokratîk ku her kes tê de bi azad û rûmet, edalet û wekhev bijî.
Em teqez dikin ku diyaloga nîştimanî ya rasteqîn, destûreke demokratîk a nenavendî ya ku tevkariya rasteqîn di navbera hemû sûriyeyiyan de mîsoger bike û bingehên dewleta hemwelatîbûnê û edaleta civakî deyne, çareseriya bingehîn a pirsgirêkên maf û azadiyên li Sûriyeyê ye.”