Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bang kir
Rêveberiya Xweser daxuyand ku berdewama êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir gefeke rasterast li ser jiyana nexweş, birîndar û xebatkarên tenduristiyê çêdike û banga lezgîn a rawestandina êrişan kir.
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de jiyana nexweş, birîndar û ekîbên tenduristiyê dixe xetereyê û rîskeke mezin a rûdana komkujiyan çêdikin.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku ji bo rawestandina êrişan, parastian nexweşxane û binesaziya tenduristiyê, mîsogerkirina xebatan bê astengî ya ekîbên tenduristiyê tavilê destwerdanê bikin.