Rêveberiya Xweser: Destek bidin berxwedana Kobanê
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê, bang li Kurdên li hemû beşên Kurdistanê û yên li dîasporayê kir ku li kêleka berxwedana gelê Rojava bisekinin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navnetewî kir ku destwerdanê bikin.
Kobanê- Çeteyên cîhadîst ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam, dorpêçek giran li ser bajar û gundewarên derdora Kobanê ferz dike. Ev rewş, ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên wekî xurek, derman, av, elektrîk û sotemenî û koçberbûna gel, êşa gel zêdetir kir. Herêm bi karesatekê ku pêdivî mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn heye re rû bi rû ye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, têkildarî dorpêçê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Ev zêdetirî hefteyekê ye, komên çete yên rêveberiya Şamê, êrişên xwe li ser gundewarên Kobanê berdewam dikin û herêmê bi giştî dorpêç dikin. Ev yek bûye sedema kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, derman, av, elektrîk û sotemeniyê û niştecihên çend gundên li derdora Kobanê koçber kirine, malên wan tên xirabkirin û talankirin. Ev yek bûye sedema krîzeke mirovî ya mezin ku mudaxeleya lezgîn hewce dike.
‘Ev êrîşa niha tê kirin, ne cudayî êrîşa ku ji hêla DAIŞ'ê ve hate meşandin e’
Ev êrîşên li ser herêma me bi salvegera 11’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê re hevdem in. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) berxwedanek qehremanî nîşan dan ku têkçûnek mezin li komên çete dan. Ev der bû destpêka pêngavên rizgarkirinê û jiholêrakirina rêxistinên terorîst ên herî hovane yên herêm û cîhanê. Îro, bajarê ku li ser navê tevahiya cîhanê li dijî terorê şer kir, li ber çavên cîhanê di bin êrîş û dorpêçê de ye. Ev êrîşa niha tê kirin, ne cudayî êrîşa ku ji hêla DAIŞ'ê ve hate meşandin e. Ji ber wê yekê carek din civaka navneteweyî dixe ber erk û berpirsyariya ehlaqî ku divê yekser mudaxele bike.
‘Ew ê me ji berxwedan û têkoşînê dûr nexin heya ku em digihêjin armancên şoreşa xwe’
Li hember vî şerê hovane, gelê me bi biryardarî û qehremaniyeke bênavber berxwedana xwe didomîne, mîna rihê berxwedana Kobaniyê ku rêxistina terorîst a herî hov têk bir. Bi heman îradeya ku ew serkeftina mezin bi dest xist, ew li heman bajarî rûpelên nû yên berxwedanê dinvîsin. Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, van êrîş û dorpêça li ser herêmên me hatî ferzkirin şermezar dikin. Em diyar dikin ku ew ê me ji berxwedan û têkoşînê dûr nexin heya ku em digihêjin armancên şoreşa xwe, azadî û jiyaneke birûmet. Em ê di çarçoveya seferberiya giştî de, refên xwe rêxistin bikin û berxwedanê bi hemû rê û derfetan mezin bikin.
‘Bila civaka navnetewî destwerdanê bikin’
Em bang li Kurdên li hemû beşên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku li kêleka berxwedana gelê Rojava bisekinin û tevlî wê bibin. Ji ber ku şerê li ser herêma me hatî ferzkirin şerekî hebûnê ye û dê çarenûs û pêşeroja me diyar bike. Her wiha em bangek lezgîn li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin, dorpêça li ser herêmên me rakin, zextê li hikûmeta demkî bikin da ku êrîşên xwe rawestîne û çareseriyek siyasî ji bo rewşa heyî bibînin.”