Rêveberiya Xweser: Dê komkujiya li dijî gelê me bê hesab nemîne

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê diyar kir ku li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê êrişên dermirovî pêk hatine, sucên şer hatine kirin û destnîşan kir ku komkujî û heqaretên hatine kirin, bê ceza namînin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê û sucên hatine kirin de daxuyaniyek belav kir. 

Daxuyaniya li ser malpera rêveberiyê hatine parvekirin wiha ye:

“Di 6’ê Çileya 2026’an de, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrîşeke leşkerî ya berfireh hatin ku ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve, wekî beşek ji planeke Tirkiyeyê û bi piştgiriya bêdeng a hêzên navneteweyî û herêmî, hate destpêkirin.

Ev êrîş beşek nû ya hedefgirtina hebûna Kurdan ku pêkhateyeke yekgirtî ya nifûsa Helebê ne û berdewamiya binpêkirin û komkujiyên giran ên li dijî niştecihên peravên Sûriyeyê û xelkê parêzgeha Suweydayê ye.

Ev êrîşên ku 6 rojan dom kir, di bingeh de êrîşeke navneteweyî ya li ser du taxan bû. Bi hezaran endamên komên çekdar bi çekên giran ên cûrbecûr êriş pêk anîn. Endamên DAIŞ’ê jî beşdarî êrîşê bûn. Li hemberî van êriş û hejmara zêde, tenê bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn. Ew şerekî newekhev bû, dûrî nirxên mirovî, exlaqî û qaîdeyên şer ên navneteweyî hat meşandin.

Li gel vê yekê, hevalên me yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi berxwedaneke dîrokî û qehremanî li dijî vê êrîşê sekinîn, parastina gelê me li her du taxan kirin. Di 6 rojên berxwedaneke bênavber û bi cesaret a li dijî cure çekên giran de, qehremanên me fedakariya herî bilind nîşan dan. Ji fermandarên qehreman Ziyad û Azad ku êrîşên herî dijwar şikandin û bi biryardariyeke bênavber berxwedan bire ve birin, bigire heya hevalên me Hawar, Dilbirîn, Viyan, Feraşîn, Rojbîn û Denîz, bi fedakariya xwe di asta herî bilind de girêdana bi nirx û doza gelê xwe re nîşan dan. Fedakariyên wan dê her û her di dil û hişê neteweya me de bimînin.

Girtina her du taxan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ve wekî serkeftinekê nayê binavkirin. Berevajî vê, ew kiryarek xiyanet û sûcek giran e ku ji hêla desthilatdariyekê ve tê kirin ku îdîa dike dewletê temsîl dike. Lê di heman demê de welatiyên xwe dikuje û rûmeta wan binpê dike. Desthilatek ku îdîa dike ku Îslamê diparêze, li  hemberî cenazeyan bêrêziyê dike, sûcên şer ên eşkere dike. Her desthilatdariyeke ku li dijî gelê xwe, xwe dispêre dewletek din, rewatiya xwe winda dike. Ji ber ku tenê gel çavkaniya rewatiyê ye. Bikaranîna tank û topên giran li dijî taxên niştecihbûnê qelsî û tirsa vê desthilatdariyê nîşan dide. Ev dê wekî lekeyekê li ser dîroka Sûriyeyê bimîne.

Em diyar dikin ku îradeya gelê me ya bi dehan salan li hember dorpêçkirin û neheqiyê li ber xwe daye, hem di bin desthilatdariya Baasê de û hem jî di dema hikûmeta demkî de, li gel berxwedaniya ku ji hêla lehengên me ve hatiye nîşandan, serkeftina rastîn e.

Her wiha em eşkere dikin ku komkujî, binpêkirin û heqaretên li dijî gelê me û şehîdên me hatine kirin dê bê ceza nemînin. Heta ku ji berpirsyaran hesap tê xwestin dê birînên wan di wijdana me de zindî bimînin.

Armanca sereke ya vê êrîşê guhertina demografîk e

Bi berçavgirtina pratîk û binpêkirinên cidî yên ku di rojên dawî de qewimîne, em bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan dikin ku rewşa mirovî û ewlehiyê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişopînin. Gelê me rastî êrîşên hovane, binpêkirinên rûmeta mirovan, înfaz, sûcên şer, paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk tê. Her wiha em daxwaza hebûna hêzek navneteweyî li her du taxan dikin da ku pêşî li sûcên din bigirin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê yên dewletê ji hêla kesên xwedî îdeolojiyên tundrew ên wekî DAIŞ’ê ve têne rêvebirin, lewma bawerî  bi wan nayê.

Armanca sereke ya vê êrîşê guhertina demografîk e, em ji niştecihên xwe yên li her du taxan dixwazin ku li malên xwe bimînin. Em bang li kesên ku ji cih û warên xwe bûne dikin ku vegerin. Em bi tevahî ji mezinahiya êşa ku gelê me kişandiye haydar in. Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku em ê hemî çavkaniyên xwe yên madî û exlaqî ji bo sivikkirina bandorên vî şerî pêşkêş bikin. Em ê li her derê û di her şert û mercî de li kêleka gelê xwe bisekinin.”