Rêveberiya Xweser bîlançoya êrîşên dewleta Tirk eşkere kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên duh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan-Dewleta Tirk li ser Bakur û rojhilatê Sûriyêyê êrîşên xwe yê ji 23’ Kanûnê ve destpêkir didomîne. Di encama êrîşên çend rojan de bi dehan cîhên xizmetguzarî, nexweşxane û kargeh hatin hedef girtin. Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya duh dayî de di encama êrîşan de 2 jê jin 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. Îro jî Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbarê bîlançoyên êrîşên duho de daxuyanî da.

Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, navendên stratejîk, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê topbaran kirin. Duh piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker careke din gelek navendên sivîl û xizmetguzariyê bombebaran kirin.”

Li gorî daxuyaniyê encamên êrişan wiha ne:

“18 êriş bi balafirên bêmirov û biçek.

20 êriş bi çekên giran.

Di êrişan de kargeh, şîrketên avakirinê, stasyoneke trênê û depoyên genim jî di nav de, 6 navend hatin topbarankirin.

2 malên welatiyan hatin topbarankirin.

Li Kantona Cizîrê û bajarê Kobanê 10 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin.

Li kantona Cizîrê dewleta Tirk a dagirker 11 êriş pêk anîn, di wan êrişan de kembera bakurê Qamişloyê, kargeha Cûdî ya çêkirina savar li bajarokê Girbawî yê başûrê Qamişloyê, derdora depoyên genim ên gundê Girê Ziyareê Colî (Tobiye), rojavayê navçeya Girkê Legê yê Qamişloyê, depoyên genim ên navçeya Amûdê, gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê, stasyona tirênê ya Qamişloyê, Nexweşxaneya Covid-19 (Korona) ya Qamişloyê, mala welatiyê bi navê Hekîm Hac Bekir li navçeya Dirbêsiyê, mala welatiyê bi navê Eşref El Kiya li rojhilatê têketina navçeya Dirbêsiyê, şîrketa avakirinê li Qamişloyê û taxa Eleya ya Qamişloyê.

Li Kobanê jî, dewleta Tirk a dagirker bi 6 êrişan, 2 bendên kontrolê yên li têketina bajêr li aliyê rojava û rojhilatê Kobanê, bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê têketina bajêr, bendên kontrolê yên li Hilinc, Şeran, Şîran ên Kobanê kirin hedef.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 19 enî li herêmên Şehba û rojhilatê Efrînê bombebaran kirin. Di wan êrişan de bi çekên giran gundên rojhilatê Efrînê; Bênê yê navçeya Şêrawa, Merenaz ê navçeya Şera ya rojhilatê Efrînê, gundê Til Qira, Um Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til Medîq, Minix, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hirbil, Wehşiye û derdora bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Her wiha 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Li hember van êrişan jî, hêzên navneteweyî ên li Sûriyeyê çalak in, bêdeng in bi taybet Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê.”