Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo seferberiyê bang kir

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê seferberiya giştî duh ragihand û îro bi daxuyaniyekê banga ‘Tevlî cenga parastina rûmetê bibin’ kir.

Qamişlo – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li dijî êrîşên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê,  ji bo parastina herêmê Cizîrê duh seferberiya giştî ragihandibû. Îro têkildarî seferberiya giştî li bajarê Qamişlo daxuyanî da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên saziyên Rêberberiya xweser hat dayin.

‘Seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye

Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Hesen Şero  ve hat xwendin wiha ye: “Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi serbilindî û rûmeteke mezin fedakariyên şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin. Em têkoşîna gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ve bilind dinirxînin, wan gelên ku di nava mercên herî dijwar de, bi vîna xwe, bi biratiya jiyana hevpar û bi edaleta civakî, ezmûneke demokratîk a pêşeng afirandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, tevlîbûna xwe ya tam ji bo Seferberiya Giştî radigihîne û destnîşan dike ku ev seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye ji bo parastina gelê me û destkeftiyên şoreşa me. Di salvegera 13’an a damezirandina Rêveberiya Xweser de, em bang dikin ku ruhê berxwedanê û parastina rewa ya li ser ax û rûmetê bibe hişmendî, rêxistinbûn û berpirsiyariyeke kolektîf.

Di vê çarçoveyê de, em pabendbûna xwe ya xurt bi parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û 19’ê Tîrmehê re dubare dikin, ew şoreşa ku berhema berdêlên giran û têkoşîna dijwar a li dijî zilm û terorê bû. Em radigihînin ku em ê her dem bibin aliyekî çalak di her pêvajoyeke çareseriyê de ji bo krîzên Sûriyeyê. Baweriya me bi diyalogê wekî vebijarkeke stratejîk heye û em çareseriya siyasî ya demokratîk û nenavendî wekî misogeriya mafên hemû pêkhateyan û bingeha aramî û aştiyê dibînin. Her çend em bangewazên aştiyê bin jî, em di heman demê de radigihînin ku aştiya rastîn bêyî "Parastina Cewherî" pêkan nabe. Ger şer li ser me bibe ferz, an hebûn û mafên gelê me bibe armanc, em bi her awayî amade ne ku parastina xwe ya rewa bikin û li dijî her gefeke li ser ewlehî û aramiya herêma me, di nav amadebaşiyê de ne.

‘Mafê rewa yê hemû pêkhateyan heye’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê tekez dike ku mafên destûrî yên rewa yên hemû pêkhateyan, mafên resen û bingehîn in, ev maf ne cihê înkarê ne û nabe bibin mijara tu peyman û tawîzên siyasî. Em daxwaz dikin ku ev maf di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û piralî de, di destûrekê de werin çespandin ku wekhevî û edaletê ji bo hemû gelan misoger bike.

‘Em soza xwe nû dikin ku em ê heta dawiyê dilsozê prensîpên Rêveberiya Xweser bin

Li Kantona Cizîrê, em careke din dibêjin ku hêza me di yekîtiya pêkhateyên me de ye. Em Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî ne, me di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyan kiriye û em ê di pêşerojê de jî bi hev re bijîn. Xwîna şehîdên me li ser vê axê tevlî hev bûye û her kesî mil bi mil ji bo azadî, rûmet û jiyana hevpar feda kirine. Em soza xwe nû dikin ku em ê heta dawiyê li ser prensîpên Rêveberiya Xweser dilsoz bimînin. Her wiha em tekez dikin ku em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, heta ku rewşa ewlehiyê li herêmê bi cih bibe, di seferberiya giştî de berdewam in.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.