Rêveberiya Xweser a Şengalê encamnameya komxebatê eşkere kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Komxebatek bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî’ lidarxistin. Di dawiya komxebatê de encamname hat eşkere kirin.
Şengal- Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya salhatina fermana 2014’an komxebatek li Şengaêl lidar xist. Zêdeyî 200 kes bi awayeke rasterast û online ji Şengal, ji Kurdistanê û derveyî welat tevlî komxebatê bûn. Ji pêkhateya Ereb ya Şengalê û giştî Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî tevlîbûn ji komxebatê re çêbû. Bi taybet rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenên Iraqî jî tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de mijarên wekî, ‘Ferman çawa pêkhat, kî bûn sedem, armanca ji fermanê çibûn û kî rê li qirkirina Êzidiyan girtin’ hatin destgirtin. Mijara herî girîng jî ya di 10’emîn salvegera fermanê de hate destgirtin jî, daxwaza betalkirina Peymana 9’ê Cotmehê, dadgehkirina berpirsên fermanê DAIŞ, PDK, berpirsên hêzên Iraqê yên li Şengalê, naskirina jenosîdê, qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye.
Sê semînerên bi sernavên cûda hatin pêşkêş kirin. ‘Fermana 3’ê Tebaxê çawa pêkhat, hedef û armancên ji vê fermanê çi bûn û kê pêşî li fermanê girt’. Di beşeke din a konferansê de jî têkoşîna hqîqet û edaletê ya civaka Êzidî û daxwaza civaka Êzidî ya naskirina statûya Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê li gorî destûra bingehîn a Iraqê bû.
‘Her kes bêdeng ma’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico semînerek li ser edalet, heq û hiqûqê da û wiha nirxand: “Qanûn dema li gorî berjewendiyê wan be li ser me pêktînin, dema ne li gorî berjewendiyên wan be pêk nayênin. Ferman li ser me Êzidiyan de hat, Herkes bêdeng ma. Ev 10 sal e derbasbûye, me hîn cenazeyên xwe negirtiye. Heq tê sitandin nayê dayîn. Divê em heqê xwe bistînin. Yên jenosîd qebûlkirine jî çavê xwe ji êrişên ser me re girtin.
Hîn jî lêkolîneke nehatiye kirin
Rîham Hico di berdewama semînerê de wiha got: “10 sal e hesab ji berpirsên fermanê ne hatiye xwestin. Hîn jî lêkolîneke navnetewî derbarê fermanê de çênebûye. Heya niha welatên jenosîd qebûlkirine, DAIŞ’iyan dadgehî nekirine. Li ser me û doza me tîcaret tê kirin. Nahêlin em li ser axa xwe bijîn û vegerin ser cih û warê xwe. Weke civakeke 74 ferman jiyankiriye, hinek mafên me yên ji vêya çavkaniya xwe digirin hene. Dewleta Iraqê jenosîdê qebûl nake, lê berovajiyê wê yên me ji fermanê parastin û li berxwedan tawanbar dike! Li cihê ku di salvegera fermanê de naskirina jenosîdê li parlementoyê nîqaş bikin, serbest berdana DAIŞ’iyan nîqaş dikin. Ev neheqiyeke mezine li beramber civaka Êzidî? Ti mafek ji bo dîlên me jî ne hatiye dayîn. Ma wê mafê me bi yek du milyon an jî meaşekî were dayîn? Her kesek an jî hêzek ku dikarî di fermanê de tiştek bike û nekiribe sûcdare. Divê hesabê fermanê were xwestin, Xweserî were naskirin. Divê mafê Êzidiyan weke siyasî, civakî û parastin jî were mîsogerkirin.”
‘Ev erdnîgariya Êzidiya ye’
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Cîhan Celo da zanîn herkes li ser civaka Êzidî siyasetê dike û hewl dide ji bo xwe bikarbîne û wiha pêde çû: “Heya niha herkes vê civakê ji bo xwe bikartîne. Iraq qebûl bike qebûl neke, civaka Êzidî di vê erdnîgariyê de dijî. Destûra Iraqê federale. Iraq ji bo Rojhilata Navîn, Mûsil ji bo Iraqê û Şengal jî ji bo Nînowa nimûneyeke. Divê mafê netewe û baweriyan li Iraqê hebe, lê di pratik de tiştek wisa nîne. Weke pêkhateyeke Iraqê em nikarin li gorî xwestekên xwe li ser vê axê bijîn.”
‘Hêviya me em bixwene’
Endama Meclisa Dugurê ya navçeya Sinûnê Rîham Xidir da zanîn ku ewê hesab ji sûcdaran bixwazin û wiha got: “Di serî de em xêrhetina wan kesan dikin ku li vir amade ne. Ev ji bo me kêfxweşiyek gelek mezine. Em weke civaka Êzidî û hevalên me yên li derveyê welat ku bi rêya onlînê beşdarbûne, me komxebatek divê astê de lidar xistiye. Em dest xweşiyê li wan kesan dikin ku beşdarî vê komxebatê bûne û semînerên me guhdar kirin û nerînên xwe dan. Eger em bi xwe mafê xwe nexwazin kes mafê me naxwaze divê her kes mafê xwe bixwaze. Em jî weke civaka Êzidî emê mafê xwe ji Iraq û PDK’ê bixwazin. Çawa ji pişt me reviyan û em di destê dijminan de hiştin. Emê weke civaka Êzidî mafê xwe bi rêxistin kirina û pêşketina xwe bi dest bixin. Ev bû salvegera 10’emîn a fermana 2014 an em li ser axa Iraqê ne hîna Iraq ev jinosid qebûl nekiriye gelek dewletan qebûl kiriye di vê em hêviya ji dijminên xwe nakin hêviya me ji dijminê me tune ye. Em wek civaka Êzidî bi çanda xwe bi baweriya xwe û rêxistin kirin emê bibin destek û emê hêviya xwe ji xwe bigrin. Daxwaza me ji hemû civaka Êzidî ye ku em hêviyên xwe bixwe bînin.”
‘Divê civak bibe destek’
Endama Meclisa Jin ya gundê Borik Welat Cano komxebat li koçberên ku vegeriyan Şengalê pîroz kir û wiha got: “Em di serî de xêrhatina kesên li vir amade bûne dikin. Ji bo 10’emîn salvegera fermanê me komxebat lidar xist û şehîdên fermanê bibîr anîn û her wiha hevalên me yên ji derveyi welat bi rêya telefonê beşdar bûn. Daxwaza me ewe ku civaka Êzidî bibe destek û tevlî hêzên me YJŞ`YBŞ û Asayişa Êzidxan û meclisên me bibin ew jî zarokên vê civakê ne di vê hêza me ji me bê daku carek din fermanek nayê sere civakê. Em dixwazin ku Şengal aram bibe. Em vê komxebatê li xelkê xwe yê ku nû vegeriyane Şengalê pîroz dikin û xêrhatina wan dikin ku vegeriyane ser axa xwe. Em wek tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ emê xwe birêxistin bikin û serkeftin ya me ye.”
Komxebata Rêveberiya Xweser ya ji bo civaka Êzidî ‘Edalet û azadî’ bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de daxwaza darizandina berpirsên fermanê, naskirina jenosîdê, qebûlkirina îradeya siyasî, civakî û parastinê ya Êzidiyan hate kirin û peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber ê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo hate dayîn.
Xalên sereke yên encamnameyê wiha ne;
"Di serî de hikumeta Iraqê, divê hemû dewletên Ewropayê fermanê nas bikin û bi vî awayî heq, hiquq û edaletê ji bo civaka Êzidî pêk were.
-Ji bo edalet pêk were divê mafê Xweparastin û Xwerêvebirinê ya Civaka Êzidî were naskirin.
– Divê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û Dîwana Edaletê ya Laheyê, DAIŞ’ê û hevkarên wê, dîsa xiyanetkarên Mala Barzanî dadgeh bike, da ku heq, hiquq û edalet pêk were.
– Divê di serî de hikumeta Iraqê, dewletên navnetewî jî peymana 9’ê Cotmehê betal bikin û pêşî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê were girtin.
-Yê ku Êzidiyan ji fermanê parast, afrînerê fikirê netewa Demokratîk, Rêber Apo ye. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, civaka Êzidî xwe parast û pergala Rêveberiya Xweser danî.
– Netewa demokratîk ji bo hemû milletên Iraqê, hêza çareseriyê diafrîne.
– Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye, heta niha çawa me ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn kiriye, em ê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe ya siyasî, hiquqî li hundir û derve xurtir bikin.
-Divê hem milletê Iraqê û hem jî hikumeta Iraqê baş bizanibe ku eger dixwazin xwe ji aloziya civakî, siyasî, olî, mezhebî, etnîkî, û aborî xilas bikin, tekane çareserî di netewa demokratîk re derbas dibe.
-Tevahî civaka Êzidî, divê di ferqê de be ku pêşiya fermana girtin, hebûn û maf û azadiya Êzidiyan di avakirina netewa demokratîk re derbas dibe. Ev yek jî li Şengalê hatiye avakirin. Ji bo wê divê hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û ji bo azadiya xwe têbikoşin. Divê Şengalî vegerin Şengalê û divê Êzidiyên li tevahî cîhanê xwedî li têkoşîna Êzidiyên li Şengalê derbikevin. Di heman demê de em bang li hemû dostên Êzidiyan, dikin ku hîn zêdetir li têkoşîna civaka Êzidî derbikevin.
-Li ser vî esasî komxebata me bi awayek serkeftî bi encam bû, em Şehîdên 74 carek din bi rêzdarî bi bîr tînin û emê ji bo xwebirêvebirinê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Emê fermanê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Heta ku sûcdarên fermanê neyên darizandin, wê edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê, heta edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê emê têkoşîna xwe her biçe mezintir bikin.”
Komxebat bi dirûşmeyan bidawî bû