Rêveberên Mala Jin: Di nava şoreşê de me xebatên civakî bi pêş xist
Rêveberên Mala Jin anîn ziman ku ew bûne bersiv ji êşên tevahî jinên Sûriyeyê re û diyar kirin ku jinan di nava şoreşê de xebatên civakî bi pêş xistine gihîştandine asteke bilind.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Tevî zêdebûna alozî û zehmetiyên ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûne jî Mala Jin dev ji rola xwe bernedaye, şopandina pirsgirêkên jinan û parastina mafên wan berdewam kiriye. Rêveberên Mala Jin tekez kirin ku îradeya jinan ji hemû şert û mercan xurttir e.
Rêveberên Mala Jin ji ajansa me re anîn ziman ku ew bi xebatên xwe bûne bersiv ji êşên tevahî jinên Sûriyeyê re.
Îlham Omer da zanîn ku li bajarê Qamişloyê Yekemîn Mala Jin hatiye avakirin û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Ger tu xwedî bingeh bî, tu çi kar bikî tuyê bi ser bikevî. Min di sala 1987`an de, karên cebhewî dikir ji bo mafê jinan. Di sala 2011`an de, li Qamişloyê Yekemîn mala jin hat avakirin, piştre li gelek deverên Sûriyeyê jî hat avakirin.”
‘Armanca me bi avakirina Mala Jin ew e ku em êşan derman bikin’
Îlham Omer destnîşan kir ku heta civakê Mala Jin qebûl kiriye gelek zehmetî kişandine û wiha domand: “Armanca me bi avakirina Mala Jin ew e ku em pirsgirêkên hemû jinên li Sûriyeyê dijîn çareser bikin û ji êşên jinan re bibin bersiv. Di nava civakê de nedihat qebûlkirin ku jinek were pirsgirkên malbatê yan civakê çareser bike. Ji ber vê yekê têkoşîna me bi rengekî wekhevî û demokratîk bû heta me Mala Jin bi civakê da qebûlkirin.”
‘Mala jin pirsgirêkên koçberan çareser dikir’
Îlham Omer diyar kir ku gelek mêr ji ber ku bi Mala Jin bawer in pirsgirêkên xwe ji wan re dibêjin ji bo ku çareser bikin û wiha pê de çû: “Armanca me avakirina civakeke demokratîk û wekhev e. Ji ber ku heremên me aram bûn gelek kes ji wan deverên ku êrîş li ser herêmên wan hebûn dihatin herêmên me û Mala Jin pirsgirêkên wan çareser dikir.”
‘Me li Paytexta Sûriyeyê jî Mala Jin ava kir’
Îlham Omer anî ziman ku jinan bi destekî çek rakirine di nava şoreşê de bi destekî xebatên civakî meşandine û wiha got: “Jin hemû pirsgirêkên xwe tînin Mala Jin, ji bo ku ew pirsgirêk bi awayekî aştiyane werin çareserkirin. Jinan di her warî de xwe nîşan dan û îmzeya xwe li şoreşê xistin. Me heta li paytexta Sûriye Şamê Mala Jin hat vekirin. Banga me ji hemû jinan re ew e ku azadî, maf û hebûna xwe bidest bixin.”
‘Mala Jin entegre nabe’
Mebrûka Ibrahîm diyar kir ku ew di sala 2016`an de tevlî xebatên Mala Jin bûye, got ku weke jin hişmendiya hikumeta demkî qebûl nake û wiha axivî: “Mala Jin entegre nabe û karê me berdewam dike. Hikumeta demkî jinan qebûl nake, em jî hişmendiya vê hikumetê qebûl nakin. Wê jin her dem hebin, tu kes nikare îrade û hebûna jinan tune bike.”