Remziye Bîrsîn: Daxwaza min a aştiyê weke cezayê 8 sal û nîv li min vegeriya
Remziye Bîrsîn a ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd têdikoşiya, ji ber ku di mala wê de “Şalwar” hat dîtin û wek delîlê sûc hat destgirtin 6 sal di girtîgehê de ma got:"Girtîgeh bi kesên mîna wê aştiyê dixwazin tijê ne."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mûş - Remziye Bîrsîn a li navçeya Gimgim a Mûşê dijî, di sala 2015'an de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Remziye Bîrsîn a ku piştî salek binçavkirinê hat berdan, bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê ye” 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Remziye Bîrsîn a ku di sala 2017’an de careke din hat girtin û di sala 2022’an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê derket ku 6 salan lê ma wiha got: “Zilm li her qadê û li ser her kesî hat pêkanîn.”
‘Daxwazên me yên aştiyê ti carî nehatine bersivandin’
Remziye Bîrsîn anî ziman ku gelê Kurd bi salan e ji bo nasname, ziman û çandê têdikoşe û got: “Me ji bo vê têkoşîn û xebat kir. Lê hikûmet li dijî çand û daxwazên me yê aştiyê her tim kor û ker bûye. Li hemberî daxwazên me yên aştiyê bi şer bi şer û zindanan bersiv dan.”
‘Daxwaza min a aştiyê weke 8 sal û nîv li min vegeriya’
Remziye Bîrsîn, anî ziman ku wê di daxuyaniyên çapemeniyê yên ku li Vartoyê de cih girtiye dengê xwe ji bo bidawîbûna pevçûnan derxistiye, bal kişand ser ceza û got: “Lê ev deng weke 8 sal û nîv li min vegeriya.” Remziye Bîrsîn, anî ziman ku di doza ku tê darizandin de “şalwara” ku di mala wê de hatiye dîtin wek delîl hatiye nîşandan û got:
“Bi ser mala min de girtin, tiştekî ku lê negerin di malê de nema. Daxuyaniyên çapemeniyê yên ku ez beşdar bûm wek delîlên sûc hatin nîşandan. Di wêneyekî din ê ku hatiye kişandin de jineke ku şalwarek wergirtibû, mîna wê şalwarek li mala min hatiye dîtin wek delîl di dosyayê de hatiye nîşandan. Li Vartoyê bi dehan jin vê şalwarê li xwe kirine, lê ji bo ku li gorî xwe delîlan biafirînin her tişt kirin. Wan şalwar wek delîl nîşan dan û min ceza kirin. Ji ber hevşibiya şalwarê 8 sal û nîv ceza li min hat birîn.”
‘Di girtîgehê de ji mirinê re terikandin heye’
Remziye Bîrsîn diyar kir ku girtiyên nexweş Besra Erol û Muhlîse Karaguzel ên bi wan re li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mûşê di heman qawîşê de mabûn, piştî çend saetan ji ber nexweşiya wan tedawiya lezgîn hat dayîn. Remziye Bîrsîn ev tişt got:
“Girtiyên nexweş gelek zehmetî kişandin. Dayîka Muhlîse wê demê li qawîşa me bû. Tê bîra min dema dayîka Muhlîse carekê nexweş ket, her çend me gazî gardiyanan kir ku alarmê bidin jî, piştî saetan hatin û mudaxele kirin. Destê min li wir şikest, dema ku kes nehat tevî ku me alarmê lêxist, hevalên min dest bi lêdana mase, kursî, derî û pencere kirin. Dema hatin jî nebirin nexweşxaneyê, pêşî daxwazname bi min dan nivîsandin. Di girtîgehê de mirin tune ye, ji mirinê re terikandin û qetilkirin heye. Kesên hatin binçavkirin ji çarenûsa xwe re dihatin terikandin.”
‘Hemu maf hatin binpêkirin’
Remziye Bîrsîn qala binpêkirinên mafan ên di 6 salên girtîgehê de jî kir û got: “Kurê Besra Erol li Pirsûsê hat qetilkirin, lê di encamê de sûcdar hat dîtin û şandin girtîgehê. Me di girtîgehê de her tişt jiyan kir, hemu mafên girtiyan hatin binpê kirin. Her sibe em bi dengê deriyan şiyar dibûn û bi dengê deriyan xew ve diçûn. Di serjimêrê de helwesta ‘amade bin’ li ser me ferz dikirin. Dema me qebûl nekir hem bi devkî hem jî bi fizîkî êrîş kirin. Li gel vê hin ji van binpêkirinan xwarin, cil û berg û pirtûkên ku nayên dayîn in.”
‘Girtîgeh ji kesên ku aştiyê dixwazin tije ne’
Remziye Bîrsîn da xuyakirin ku girtîgeh ji kesên ku aştiyê dixwazin tije ye û 40 sal in zilm li gelê Kurd tê kirin û got: “Tevî her tiştî wê têkoşîn bidome.” Remziye Bîrsîn axaftinên xwe wiha domand:
“Ez şahidê hemû tiştên ku ji salên 80 û 90’î ve hatine kirin bûm. Dayikên aştiyê, dayîkên weke min ên ku şahidiya van kirin û têkoşîn dikin, di girtîgehê de ne. Ez Kurd im, tevî her tiştî ji bo şeref û serbilindiya xwe têkoşîna xwe didomînim. Divê ne hebûna me, ne zimanê me, ne jî çanda me were veşartin. Em ê li dijî hemû zehmetiyan li her qadê berxwedana xwe bidomînin. Em ketin girtîgehan û hîna jî hevalên me yên li girtîgehan hene. Divê em ji bo wan û ji bo xwe li ber xwe bidin. Li hemberî dabeşkar û cudakariya sîstemê em ê dev ji axa xwe û daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”