Rejîma Îranê xwepêşandêrên jin û malbatên kesên hatine qetilkirin binçav dike
Piştî çewsandina xwepêşandanan, hejmara binçavkirina jinan, xwendekarên zanîngehê û xwendekarên Dibistana Amedeyî zêde dibe. Çavkaniyên mafên mirovan, ragihandin ku li dijî Mehsa Basir Tevana tundî hatiye bikaranîn û piştre hatiye binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Bi berdewamkirina çewsandinê ya li dijî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, binçavkirina jinan, xwendekarên zanîngehê û xwendekarên Dibistana Amedeyî zêde dibe. Çavkaniyên mafên mirovan, ragihandin ku li dijî Mehsa Basir Tevana ya xwişka yek ji kesên di tevgera "Jin Jiyan Azadî" de jiyana xwe ji dest dane bû, tundî hatiye bikaranîn û Mehsa hatiye binçavkirin.
Li gorî rapora rêxistineke mafên mirovan a Kurd, Mehsa Basir Tevana ya xwişka Mehran Basir Tevana ya li Someserayê di dema tevgera "Jin Jiyan Azadî" de hate qetilkirin e, duh li kolanek bajarê Fumanê ji aliyê hêzên sivîl ve hatiye derbkirin û piştre jî hatiye binçavkirin.
Li gorî raporê, hêzên ewlehiyê yên sivîl Mehsa Basir Tevana û hevala wê Zeynep Hoşyar li ber çavên zarokên wan bi darê zorê hatine binçavkirin. Welatiyên ku hewl dane alîkariyê bikin jî, bi amûra şoka elektrîkê hatine belavkirin. Aqûbeta jinan û zarokan nayê zanîn. Xwişka wan a din Meryem Basir Tevana jî li Girtîgeha Jinan a Reştê tê ragirtin.
Nûçeyên ji bajarên cûda yên Îranê tên, nîşan didin ku jin, xwendekar û mezûnên zanîngehê tên binçavkirin. Kombûna zextê ya bi taybetî li ser jin û ciwanan, tirsa hikûmetê ya lîstina roleke pêşeng a van koman a di xwepêşandanan de nîşan dide. Malbatan ku cihê zarokên xwe nizanin; gelek bûyerên derb, serdegirtinên şevê û veguhestina ji bo cihên nayên zanîn rapor kirin.