Rejîma Îranê polên dersê veguherand cihên zextê
Li Îranê bi çewsandina xwepêşandanan re, di heman demê de li dibistanan jî çewsandina xwendekaran belav bûye. Polên dibistanê veguherîne amûrên gef, tespîtkirin û çewsandina ciwanan.
NESÎM EHMEDÎ
Kirmanşah – Yek ji rastiyên herî êşdar û şokker ku di dema pêla xwepêşandanên li seranserê Îranê di Kanûnê de derket holê, hejmara zêde ya zarok û ciwanan a di nav kesên ku hatine kuştin de ye. Gelek ji van zarokên ku temenê wan ne 18 salî bû jî, tenê ji ber ku li kolanan bûn, dirûşmeyên azadiyê diqîriyan, an jî tenê ji ber ku di cihên xwepêşandanê de derbas dibûn, bûn hedefa guleyan. Ev rastî nîşan dide ku rejîm ji bo parastina desthilatdariya xwe dudilî nake ku heta endamên herî biçûk û herî lawaz ên civakê jî feda bike. Li gorî rapor û îstatîstîkên heyî, di xwepêşandanên dawî de bi sedan zarok di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê de hatine qetilkirin. Çend ji wan, bi qasî 5 salî ne.
Ji bo lêpirsînên neqanûnî gazî xwendekaran dikin
Rayedaran hewl dane ku van mirinan bikin stûyê xwepêşanderên din û her şopa berpirsyariya rasterast, jê bibin. Lê belê ev tundiya ku ji hêla Komara Îslamî ve tê kirin ne tenê bi kolanan ve sînordar bûye. Mehek piştî xwepêşandanan jî bi awayên cûda berdewam kiriye. Dibistanên ku divê yek ji cihên herî bi ewle yên ji bo zarokan be, veguheriye cihên zilm û gefan. Gelek rapor nîşan didin ku hêzên ewlehiyê û rêveberên dibistanan bi hevkariya hikûmetê ji bo lêpirsînên neqanûnî gazî xwendekaran dikin, gefê li wan dixwin ku ji dibistanê derkevin û heta wan neçar dikin ku îtîraf bikin. Bi vî awayî, polên dersê ku divê bibin cihên fêrbûn û dostaniyê, di bin siya tirs û zilmê de bûne odeyên îşkenceyê.
Lêgerînên biçûkxistinê yên bi hinceta tenduristiyê
F.Y. yê ku nexwest navê xwe yê rastîn eşkere bike, xwendekarek dibistana Zan Boulevard a li Kirmaşanê ye. F.Y. diyar kir ku piştî ku rêveberê dibistanê û şêwirmendê rêberiyê telefonên hemû xwendekaran berhev kirine û kontrol kirine, ji wan re gotine ku ji Wezareta Perwerdehiyê belavokek nû hatiye û xwendekarên ku dibe ku ‘leyşmanyos (birîna reş)’ hebin, divê bên diyarkirin. F.Y. wiha got: “Bi vê yekê wekî hincet, wan em hemû di polê de rêz kirin û ji me re gotin tenê bi tevî kîlot û atlêt li wir bisekinin. Lê me zû fêm kir ku niyeta wan a rastîn tiştek din bû. Ew li şopên leyşmanyosê negeriyan; ew li ser laşên me li gule, guleyên tifingê, an şopên birînê digeriyan. Piştî muayeneyê, wan çend xwendekarên ku li ser laşên wan şopên guleyên tifingê hebûn ji me veqetandin, dosya vekirin û gotin ku dozên wan dê werin lêkolînkirin. Sê xwendekar, M.Y., R.N., û Y.K., sê rojan nehatin dibistanê. Dema ku me ji rêveberê dibistanê rewşa wan pirsî, wî got ku ew hewce ne ku ji ber 'gumanên vegirtina nexweşiyê' ji xwendekarên din dûr werin girtin. Lê me dizanibû ku ti eleqeya wê bi nexweşiyê re tune bû, sedem birîn bûn. Mudir her wiha got ku ew dikarin di vê heyamê de beşdarî dersên ji dûrî ve bibin. Ji wê demê ve, tenê du caran hatine û ew jî ji bo ezmûnan bû. Malbatên wan bi wan re bûn û wan têkiliya xwe bi hevalên xwe re qut kirin.”
Zexta li ser malbatan: Gefên ji bo bêdengkirinê
Zextên li ser xwendekaran ne tenê bi lêgerîna bedenê an jî kontrolkirina telefonan ve sînordar bûne. Di heman demê de li ser malbatên wan jî hatine kirin. Nazenîn G., dayîka heman xwendekar e. Dayîka neçar destnîşan kir ji ber ku dibistan xwedî statuyek taybetî ye, dê û bav xwedî gotin in û wiha got: “Dema ku me lêgerîna laş û kontrolkirina telefonan bihîst, em bi çend dayîkên din re çûn dibistanê û me nerazîbûn nîşan da. Lê belê, rayedarên dibistanê gef li me xwarin û gotin ku divê em destwerdanê li talîmatên rayedarên bilind nekin. Wan got ku kontrolkirina telefon û lêgerîna laş ji bo qenciya zarokan e û ew ji me çêtir dizanin ku zarok dikarin bi çi xetereyan re rû bi rû bimînin. Wan zêde kir ku yên ku nerazî ne, dikarin zarokên xwe neşînin dibistanê. Wan her wiha got ku ger em bixwazin zarokên xwe veguhezînin dibistanek din, ew ê dosyayên xwe nedin me.”
Çanda agahdariyê û dabeşkirina di navbera xwendekaran de
Xwendekarên ji dibistanên din ên Kirmaşanê jî pratîkên wekhev piştrast dikin. Tê ragihandin ku di hefteyên dawî de lêgerînên laş ên ne asayî çend caran hatine dubarekirin. Maral B. ya ku xwişka mezin a xwendekareke pola 9’an e, ragihand ku xwişka wê jê re gotiye ku hemû xwendekar bi hinceta kontrola tenduristiyê neçar mane ku rastî lêgerîna li ser bedena wan bên. Maral wiha got: “Piştre berpirsê Besîcê yê dibistanê gotarek dirêj da, parastina Komara Îslamî kir û ji xwendekaran xwest ku ji xwepêşandanan dûr bisekinin. Wî xwepêşandêran wek 'mirovên xirab' bi nav kir. Wî ji wan re got ku ger kesek ji malbata wan beşdarî xwepêşandanan bibe, xwe bighînin dibistanê da ku dewlet bikaribe 'di wextê xwe de alîkariya wan bike'. Xwendekar her wiha hatin teşwîq kirin ku ger kesek ji hevalên wan piştgiriya xwepêşanderan bike, xwe bighînin rêveberiyê. Bi vî rengî, her kes li dijî hev hate teşwîqkirin.”
Modelek sîstematîk a çewsandina li dibistanan
Ev atmosfera zext û tirsê di nav xwendekarên li Kirmaşanê de şêwazek e ku li dibistanên din jî tê dubarekirin. Rayedaran hewl dane ku lêgerînên bedenî di bin sernavên wekî "kontrolên tenduristiyê" de normalîze bikin, bi armanca ku xwendekaran bi vî rengî diyar bikin. Ev pratîk wek beşek ji zincîreke sîstematîk a çewsandinê tê hesibandin ku piştî destpêkirina xwepêşandanan ji mehekê zêdetir berdewam kir. Li gel kuştin, girtin û mirinên di bin îşkenceyê de yên berbelav, armanc ew e ku kesên dibe ku beşdarî xwepêşandanên pêşerojê bibin werin diyarkirin. Ji vê perspektîfê ve, dikare bê gotin ku pêvajoyek sîstematîk ji bo destnîşankirin û jiholêrakirina muxalifan hatiye sêwirandin; armanca dawîn ew e ku hawîrdorek bê afirandin ku tê de tu dengên muxalif nemînin.
Şahidiya çalakvanek mafên zarokan
Kobrî B. ku li Kirmaşanê di warê mafên zarokan de dixebite, da zanîn ku di dema Şoreşa 1979’an vir ve cara yekem, xwendekar bi berfirehî beşdarî muxalefetê bûne û dewletê bi kuştina bi dehan zarokan bersiv daye. Kobrî destnîşan kir ku tevî vê yekê, xwendekaran paşve gav neavêtine û wiha domand: “Gelek dibistan bûn cihên xwepêşandanê. Keçan serpoşên xwe rakirin û dirûşmeya 'Mirin ji bo Dîktator' qêriyan. Di serhildana dawî de, tepeserkirina berê tirsek mayînde çênekir. Xwendekar bi awayekî berbiçavtir beşdarî xwepêşandanan bûn. Ev rewş nîşan dide ku muxalefet di nifşên nû de kok girtiye, zexta li ser xwendekaran hîn zêde kiriye. Bi sedan xwendekaran di bûyerên dawî de mirin. Lê belê, çewsandin tenê li kolanan nema. Ew bi awayekî sîstematîk ber bi dibistanan ve hat veguhestin. Lêgerîna laş a bi zorê, lêgerîna tiştên kesane, gef û teşwîqkirina xwendekaran ji bo şermezarkirina hevalên xwe û heta endamên malbatê hemû, beşek ji vê siyasetê ne. Ev pêkanîn û hewldana rejîmê nîşan dide dixwazin ku zarokan ji temenê biçûk ve tepeser bikin, pêşî li wan bigrin da ku di pêşerojê de nebin muxalif.”
Dibistan: Ji jîngeha perwerdê ber bi herêma ewlehiyê ve
Ev asta destwerdana ewlehiyê li dibistanan ne tenê binpêkirineke eşkere ya mafên zarokan e. Di heman demê de fonksiyona bingehîn a perwerdehiyê jî têk dibe, dibistanê vediguherîne cihekî zilmê. Jîngeha dibistanê ku divê ji bo fêrbûn, pêşkeftin û avakirina nasnameyê bi ewle be, bûye cihekî tirsa bi kontrol serdest e. Di bin van şert û mercan de ne tenê nihaya zarokan, di heman demê de pêşeroja wan jî bi destwerdana di ramanên wan de tê hedefgirtin. Nifşek derdikeve holê ku li şûna azadî, afirînerî û perwerdehiyê, bi zext, gef û kontrolê re rû bi rû ye. Ev rewş nîşan dide ku rayedar ji her demê bêtir ji hişmendî û wêrekiya nifşê ciwan ditirsin. Lê belê ciwan nekarî bên bêdengkirin û her carê xurttir derdikevin.