Rejîma Îranê ji bo dayîna cenazeyan belge bi malbatan dide îmzekirin

Rejîma Îranê bi êrîşên bi çek dijî xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomîne. Hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe, hat zanîn ku Îran ji bo cenazeyên xwepêşanderan radestî malbatan bike, belgeyek dide îmzekirin.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên gelê Îranê li dijî krîza aborî, siyasî û civakî ji 28’ê Kanûna 2025’an ve didomin. Tevî gefên rejîma Îranê ji bo tepisandina dengê xwepêşanderan, çalakî berfireh dibin û heta niha jî qutkirina înternetê didome.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê der barê binpêkirinên rejîma Îranê yên li hemberî gelên Îranê de hinek agahiyên nû parve kir.

Li gorî agahiyên rêxistinê belav kirine, ji destpêka xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve destpê kirine, 24 hezar 669 kes hatine binçavkirin, 3 hezar 919 kes hatine kuştin, 2 hezar û 109 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di navbera kesên hatine kuştin de 25 zarok hene. Her wiha medyaya girêdayî rejîma Îranê dîmenên 145 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtiraf bikin, xwepêşander weke ‘têkder’ pênase bikin.

Her wiha hat gotin ku hê jî gelek cenazeyên xwepêşanderan di nexweşxaneyên tiba edlî de hene. Hêzên rejîma Îranê zext li ser malbatan dikin ku bi bêdengî û bi şev cenazeyan veşêrin. Hêzên rejîmê belgeyek ku van mercan qebûl bikin û îmze bikin, didin malbatan û malbatan dema ku belge îmze bikin dikarin cenazeye xwe bigrin.