Rejîma Îranê di nava 10 rojan de 27 kes darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji 18’ê Tîrmehê ve li sernaserî girtîgehên Îranê 27 kes hatine darvekirin. Hat diyarkirn ku piraniya kesên hatine darvekirin Kurd in û di nava wan de 4 jin hene.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirov a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji roja 18’ê Tîrmehê ve rejîma Îranê li seranserî girtîgehên Îranê 27 kesan darvekirine. Piraniya kesên hatine darvekirin Kurd in û di nava wan de 4 jin hene.
Rêxistinê eşkere kir ku ji serê salê ve 293 kes li bajar û navçeyên cûda yên Îranê hatine darvekirin û piraniya wan jî Kurd in.