Rejîma Îranê cezayê qemçiyê da hunermend Parestû Ehmedî

Rejîma Îranê, li Parestû Ehmedî cezayê 74 qemçî, du salan qedexeya derketina derve û du salan dûrketina ji xebatên hunerî, birîn.

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku li Îranê qedexeyên li dijî azadiya hunerê zêde dibin. Tundkirina kontrola li ser berhemên çandî, qedexekirina hinek pêşangehan û gazîkirina hunermandan a ji bo îfadeyê, fikaran zêde dike.

Stranbêj Parestû Ehmedî û 8 xebatkar û mûzîkjenên din ji ber ‘Konsera Kervansaray’, ji aliyê dadgeha ceza ya eyaleta Kum ve hatin cezakirin. Dadgehê, cezayê 74 qemçî, du salan qedexeya derketina derveyî welat û dûrxistina bi qasî du salan a ji xebatên hunerî, da hunermendan. 

Li gorî biryara dadgehê, hunermend bi sûcên ‘Di qada dijîtal de naverokên derveyî ehlaqê û mustehcen weşandine û zirar dane ehlaqa giştî’, hatine sûcdarkirin. Dadwer Muhammed Şîrî ku li dozê dinhêre, got ku parastin têr nake û biryara ceza da.

Konsera onlîne rastî bertekan hat 

Parestû Ehmedî bi performansek muzîkê ya ku bi navê ‘Konsera onlîne’ di 11’ê Kanûna

2024’an de li ser medyaya dijîtal weşand, bala raya giştî kişand. Konsera ku li Karwansaraya Deir-i Geçin li Qomê hat lidarxistin, li ser medyaya dijîtal bû sedama nîqaşan. Parestû Ehmedî di vê konsera dijîtal de bêyî hîcaba bi zorê derketibû ser dikê û stran gotibû.

Rojek piştî belavbûna vîdyoyê, Parestû Ehmedî û beşdarên din ên konserê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin, paşê bi kefaletê hatin berdan.

Parestû Ehmedî di Nîsana 1997’an de li Nûşehrê ji dayîk bû, li Zanîngeha Sure perwerda derhênerî girt. Parestû Ehmedî berê jî, strana Arîf Kazvînî ya bi navê ‘Ez Hûn-e Cevânân-e Vatan’ (Ji Xwîna Ciwanên Welat) got û bi vê stranê piştgirî da serhildana gel a ‘Jin Jiyan Azadî’ ya 2022’an.