Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nêrgiz Mihemedî

Dadgeha rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî.

Navenda Nûçeyan- Parêzerê çalakvana mafên mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propagandaya li dijî rejîmê’ salek û nîv cezayê girtîgehê birî. Li aliyê din, dadgehê 2 sal qedexeya derneketina derve jî da Nêrgiz Mihemedî.

Hevjînê Nêrgiz Mihemedî Teqî Rehman biryara rejîma Îranê wek ‘bêrehm’ pênase kir û got: “Sedema vî cezayî tenê, beşdariya merasîma veşartina cenaze û daxuyaniyek bûye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.

Nêrgiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan a herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Par ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan, hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.