Rejîma Îranê 45 sal cezayê girtîgehê da 9 jinên Ereb

Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê bi îdiaya "çalakiyên sîberî", bi giştî 45 sal ceza da 9 jinên Ereb. Dadgehê ragihand ku ceza bi şerta tevlîbûna "dewreyên mecbûrî yên îdeolojîk" dikare dakeve salekê.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê bi tohmeta çalakiyên sîberî,  bi tevahî 45 sal cezayê girtîgehê li 9 jinên Ereb birî. Li gorî raporên hatine weşandin, dadwerê şaxa Dadgeha Şoreşê li Kolana Kianparsê ya Ehwazê ji bersûcan re ragihandiye ku her yek ji wan bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Dadwer ragihandiye ku ger ew beşdarî dewreyeke mecbûrî ya "çaksazîya rewşenbîrî an jî îdeolojîk-siyasî" ya salekê bibin, dikarin ceza daxin salek.

Li gorî agahiyên hatine weşandin, ev dewreyên mecbûrî li saziyeke bi navê "Cefer el-Sadeq" a girêdayî îstîxbarata IRGC li Ehwazê têne lidarxistin û heke bersûc red bikin ku beşdar bibin, cezayê destpêkê yê 5 sal zindanê dê bi tevahî were bicîhanîn.

Ev 9 welatiyên jin ku nêzîkî salek û nîv berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji ber endamtiya komeke WhatsAppê û nîqaşkirina mijarên rojane hatibûn girtin, piştî ku bi mehan zexta fizîkî û psîkolojîk li navendên binçavkirinê yên îstîxbaratê kişandin, bi kefaletê li benda biryarê hatin berdan. Tawanên li dijî wan "endamtiya di komekê de", "propagandaya li dijî pergalê" û "kombûn û hevkariya bi mebesta têkbirina ewlehiyê" ne, tawanên ku çalakvanên mafên mirovan wekî mînakek profîlkirina ewlehiyê û tepeserkirina ducarî li ser bingeha nasnameya etnîkî û zayendî dibînin.

Nasnameyên van 9 hemwelatiyên mehkûmkirî ev in: Seîde Heyderirad, Amal Dehîmawî, Kausar Asakere, Ayet Mihemedî, Fatemê Sewerî, Xedîce Hevalî, Îftîxar Rostemîzade, Seydayê Fatima Husênî û Amîna Beyt Seyah.

Pêvajoya girtina kêfî, sepandina zexta psîkolojîk, dayîna cezayên giran ji bo çalakiyên li qada sîber û neçarkirina bersûcan ji bo beşdarbûna lêpirsînan wekî binpêkirinek eşkere ya prensîba darizandinek adil û bendên Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî têne hesibandin.