Rêgezên Dadgeha Talîbanê û zexta eşkere ya li dijî gelê Efganistanê

Piştî ji nû ve vegera Talîbanê ya Efganistanê "Rêgezên Dadgehê" mîna çarçoveyek dadwerî ya nû hat danasîn; li gorî rexnegiran, ev belge maf û hebûna civakî ya jinan bi tundî sînordar dike û pêvajoya darizandina adil zor dike.

BAHARAN LEHÎB 

Efganistan- Piştî ji nû ve vegera Talîbanê pergala dadwerî ya li Efganistanê ji bingehê ve guherî û "Rêgezên Dadgehê" mîna çarçoveya sereke ya dadgehan hatin danasîn. Ev rêgez, li ser bingeha şîroveya taybet a şerîetê yaTalîbanê hatin sererastkirin û di 20 salên dawî de gelek qanûnên sivîl û cezayî hatin betalkirin. Di pergala nû de, sepandina dadweriya Henefî û bicîhanîna cezayên mîna hudud, tolhildan û qamçiyan, ji bo înfazên cezayan hatin kirin. Tevî ku ev rewş di aliyê rêveberiyên nû de mîna "vegera pergala dadwerî ya Îslamî" tê binavkirin jî rexnegiran wê wekî gaveke paş a ji normên qanûnî yên nûjen û navneteweyî dibînin.

Yek ji encamên herî girîng ên van rêgezan jî sînordarkirina beşdariya jinan a ji bo pergala dadwerî û edaletê ye. Dadwer, dozger û karmendên hiqûqê yên jin, ji kar hatin girtin an jî destûra karkirinê nehat dayîn. Di gelek rewşan de hebûna jinan a di dadgehan de rastî sînorkirinên giran hat û gihîştina wan a darizandinek adil zêdetir hat astengkirin. Cudakariya zayendî ya li dijî jinan û qedexeyên rêwîtiyê bêyî mêrek, rê li ber gelek jinan girt û nikarin giliyên xwe bi azadî bînin ziman. Vê yekê bi taybetî ji bo jinên ku rastî tundiya nava malê û civakî tên, fikarên çêkir.

Di heman demê de, li hinek parêzgehan raporên der barê cezayên fizîkî yên mîna qamçîkirinê tên sepandin, hatin weşandin û vê rewşê di raya giştî ya navxweyî û navneteweyî de deng veda. Talîban van pêkanînan mîna beşek ji qanûna şerîetê û hewldanek ji bo parastina rêziknameya exlaqî ya civakî diparêze lê aktîvîstên civaka sivîl û hiqûqî, destnîşan dikin ku pirsgirêkên mîna nebûna zelaliyê, sînordarkirina xebatên parêzeran û nebûna saziyên çavdêriya serbixwe, bi awayî cidî pêvajoya darizandina adil zehmet dikin.

‘Ji bo jinan tenê lêdan û tundî hatiye diyarkirin’

Di hawirdoreke bi vî awayî de, dengê xwepêşandanên jinan hê tê bihîstin; ev jin ruxmê hemû qedexeyan jî fikarên xwe yên li ser maf û rewşa xwe ya medenî diyar dikin. Aktivîsta jinan Şukufe Sahar a ji parêzgeha Takharê, wiha dibêje: "Dema ku ez van rêgezan dixwînim, hîs dikim ku weke jinek cihê min nayê diyarkirin. Ji bo me jinan, tenê lêdan û tundî hatiye diyarkirin. Edalet tişteke ku hemû welatî dikarin bêyî tirs û cudakariyê bigihîjinê. Jinên Efganî ne li dijî olê ne, tenê daxwaza şîrovekirina ku rûmeta mirovan û mafên bingehîn nas dike dikin.”

‘Edalet dema dengê jinan were bihîstin temam dibe’

Aktîvîst Roya Nowab a ji parêzgeha Bamyanê jî wiha got: “Me bi salan ji bo jin di pergala dadweriyê de cih bigrin, şer kir. Îro bi vederkirina jinan ne tenê derfetên kar winda bûn, di heman demê de hesta wan a ewlehiya qanûnî jî nema."

Roya Nowab, axaftina xwe wiha domand: "Dema ku dadwer an jî şêwirmenda hiqûqî ya jin tunebe, gelek jinên rastî tundiyê tên newêrin tiştên jiyane vebêjin û Rêgezên Dadgeha Talîbanê mîna belgeyek ku tundiyê teşwîq dike û heta li dijî jinan sûc dike tên hesibandin. Li gorî min, edalet tenê dema ku dengê jinan di her astê de were bihîstin, temam dibe."

Dema Rêgezên Dadgeha Talîbanê tê xwendin, tê dîtin ku tenê mafên hemwelatiyên girêdayî Talîbanê nas dike, ji jinan, kêmarên olî û etnîkî re mafên mirovan û hemwelatîbûnê nayê naskirin. Nabe ku were paşguhkirin civaka Efgan ji kom û perspektîfên cihêreng hatiye avakirin û bêyî vê rewşê li ber çavan bigre, rêzê nîşanî rûmeta mirovan bide, binpêkirina mafên hemwelatîbûnê, di heman demê de nakokiyên etnîkî û olî gur dike. Her rêgeza Talîbanê, di navbera komên etnîkî û olî ku bi salan bi awayekî rêzdar bi hev re dijîn de, zilm, pevçûn û cudakariyê gur dike. Dikare bê gotin ku ev yek tenê bi hebûna dewletek ku gel serwer be, dikare bi dawî bibe.