‘Redkirina zimanê dayîkê berdewamkirina komkujî û qirkirinê ye’

Mamosteyên ku rojane li Meclîsa Civaka Ermen perwerde didin, piştrast kirin ku ji bo avakirina civakek demokratîk, xwedî dîrok, çand û ziman, ew ê perwerdeya zimanê dayîkê bidomînin û gotin ku redkirina ziman berdewamiya qirkirinê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ermen piştî qirkirina ku ji aliyê Osmaniyan ve di sala 1915’an de pêk hat, li her derê belav bûn. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de, di bin sîstema Rêveberiya Xweser de bi hemû hêza xwe hewl didin zimanê xwe bi riya kursên hînbûn û perwerdeya bi zimanê Ermenî vejînin. Li Hesekê û Dirbêsiyê nêzî 90 mamosteyên pispor nê zimanê Ermenî amade ne û civaka xwe perwerde dikin.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, mamosteyên Ermen bi riya ajansa me daxwaz kirin ku di destûrê de mafê wan ê xwendina bi zimanê dayikê were parastin.

‘Em beşek ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne em ê bi hev re herêmê biparêzin’

Mamosteya zimanê Ermenî Anûş Tetiryan tekez kir ku xwedîderketina li zimanê dayîkê tolhildanek ji qetîlamên ku bi serê dapîr û papîrên wan hatine û wiha berdewam kir: “Em beşek ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û em ê bi hev re ji bo parastina herêmê li dijî hemû êrîşên tên kirin, têbikoşin. Em neviyên serbilind ên kesên hatine qirkirin in û heta ku em tola dapîr û bapîrên xwe hildin em ê berdewam bikin. Bi riya ziman em mîrateya xwe û neteweya xwe îsbat dikin.”

Mamoste Anûş Tetiryan diyar kir ku rejîma Baasê rê nedida gelê Ermen bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe lê Ermen di bin sîstema neteweya demokratîk de, dikaribûn dîasporaya Ermen kom bikin û wan bi zimanê wan ê dayikê perwerde bikin û wiha anî ziman: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê, me hêvî dikir ku hemû civak ji zilm û qirkirinê rizgar bibin. Lê belê binpêkirinên ku ji aliyê HTŞ'a cîhadîst ve hatine kirin û redkirina zimanê dayîkê yê pêkhateyên cuda, dubarekirina komkujî û qirkirinên li seranserê dîrokê li dijî civakan li herêmê qewimîne ne.”

 


‘Mafê Ermeniyan heye zimanê xwe yê dayîkê li dibistanan fêr bibin’

Anûş Tetiryan di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Nêzî 5 salan e mamosteyên Ermen perwede dibînin û şagirdan li meclîsê fêr dikin. Dema me koma xwe amade kir Rêveberiya Xweser rê da ku bi fermî biçin dibistanan û bi zimanê xwe wane bidin lê ji ber rewşa herêmê û êrîşan ev gav pêk nehat. Me gelek zehmetî û dijwarî derbas kirin. Bi boneya 21’ê Sibatê, em bang li dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin pêkhateyan di warê daxwazên wan ên ji bo mafên xwe, nemaze perwerdeya bi zimanê dayîkê de.”


‘Xwedîderketina li zimanê dayîkê bersiva komkujî û planên tunekirinê ye’

Mamoste Stîvan îbo yek ji mamosteyên ku beşdarî perwerdeya zimanê Ermenî bûye, destnîşan kir ku ziman bingeha hebûnê ye û got: “Dema ku em hîn bûn Meclîsa Civaka Ermen perwerde dide ji bo xwedîderketina li zimanê dayîkê ez jî tevlî vê perwerdeyê bûm ji bo zindîkirina ziman û çanda me. Em weke gelê Ermen ji dema komkujiya 1915’an ve di nava pêkhateyan de winda bûn. Vê yekê bû sedem ku ez biryar bidim ji bo fêrkirin û perwerdekirina bi zimanê dayîkê. Niha em weke kom zimanê xwe fêr dibin. Em wekî karmend amade ne civaka xwe li dibistanan perwerde bikin. Daxwaza me ew e ku mafên zarokên me hebe, bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin.”