Redkirina çandî ya cihêrengiyê ji bo diyalogê; Tecrîdkirina netewek
Dema cîhan behsa girîngiya diyalogê dike, gelên ku her tim hatine paşguhkirin hene. Dûrxistina Kurdan ji nîqaşên biryardayînê yên li ser pirsgirêka Kurd, dibe tecrîdkirin û jiholêrakirina nasnameya neteweyekê.
LAVE KURDE
Navenda Nûçeyan – Roja Cîhanî ya Pirrengiya Çandî ya ji bo Diyalog û Pêşxistinê ku her sal di 21’ê Gulanê de tê pîrozkirin, ji aliyê Desteya Giştî ya NY’ê ve di sala 2002’an de, piştî ku danezana Cîhanî ya li ser Pirrengiya Çandî ya 2001’an qebûl kir, ji aliyê UNESCO ve hate ragihandin. Ev roj ji bo dewlemendiya çandî ya cîhanî û pêşxistina diyaloga di nava çandan de ji bo aştî û pêşketina domdar a pira di navbera çandan de ji bo kêmkirina nakokî û pêşîlêgirtina cûdakariyê tê pîrozkirin.
Redkirina pirrengiya çandî û diyalogê, nîşan dide ku netewek ber bi tecrîdê û cezakirina dewletê ve biçe. Ev rewş îşaret bi tepesandina fikrê kêmenetewan a di berjewendiyên îdeolojiya çanda kes û serdestan de be dike. Ev helwest sînordarkirina nêzîkatî û pêşketina fikrî û rageşiyên navxweyî, kûrtir dike.
Tecrîdkirina gelê Kurd
Gelê Kurd ji ber mîrasa xwe ya dewlemennd her ku diçe bi nav û deng dibe. Lê belê cihê çandî û diyaloga siyasî li gorî herêman cûda ye. Kurd wek koma herî mezin a neteweya bê dewlet a cîhanê ye. Hem paşguhkirina dîrokê û hem jî rû birûyî qonaxên naskirina dîplomatîk, li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bûye. Rewşek wê ya cûda ya berbiçav li seranserî sînoran heye û Kurdistan bi ser çar welatan dabeş kiriye.
Îraq: Kurd xwedî rêveberiyê ne. Hikûmeta herêma Kurdistanê herêmê birêve dibe. Ew rê dide fikrê rewşenbîrên zindî û perwerdeya bi zimanê Kurd û diyaloga navxweyî û derve.
Tirkiye: Piştî dehsalan ji tepeseriyê, helwestên fermî guherîn. Niha destûr daye weşanên bi zimanê Kurdî li ser televîzyonên neteweyî, qurs û wêjeya Kurdî. Her çiqas hîn jî alozî û sînordarkirinên siyasî hene.
Îran: Mafên çandî û siyasî pir bi sînor dimîne, di van qadan de nasnameya Kurd rû birûyî astên cûda yên zextên fermî û polîtîkayên asîmîlasyonê ne.
Sûriye: Kurd her tim rastî êrîş û bêparkirinan hatine. Di salên rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê de, Kurdan hêdî hêdî mafên xwe bi dest xistine. Niha welatiyên Kurd dibin xwedî nasname.
Bakurê Kurdistan û Tirkiye: Girîngiya diyalogê li gel Kurdan
Dema em werin ser behsa diyalogê ji bo pirsgirêka Kurd, divê li ber çav be ku hertim danûstandinên welatan di berjewendiya wan de bûne. Di vê mijarê de gelê Kurd hatiye paşguhkirin. Di dîrokê de û di salên borî de diyar e ku her tim ji bo paşguhkirina Kurdan ji diyalogê, gelê Kurd ziyan dîtiye. Ger em behsa pirsa Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bikin, piştî çend salên redkirinê. Piştî 27’ê Sibata 2025’an banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ragihandina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Deokratîk’, diyalog di nava hikûmeta Tirk û nûnerên Kurd ber bi giftûgoya dîrokî ya parlementoyê û serdana ji bo Îmraliyê pêşde çû. Tevî van pêşketinan, niha hewldana aştiyê lawaz bûye û ji ber bicihnekirina sererastiyên zagonî, sekinî maye.
Tiştê girîng ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, diyaloga berdewam a bi gelê Kurd re ye. Ji ber neteweya Kurd her tim li gel aştiyê bûye û ji bo serkeftina pêvajoyê xebitiye. Lê belê paşguhkirin û biryara yekalî ya dewleta Tirk, pêvajoyê nîvco dihêle. Niha xemsariya dewleta Tirk di bicihkirina mafê hêviyê de û destûr nedayîna rêberê gelekê rasterast bi gelê xwe re ne di nava diyalogê de be, hebûna qada diyaloga azad û pirrengiya çandî bûye mijara nîqaşan.
Salane bi nêzbûna roja cîhanî ya pirrengiya çandî ji bo diyalog û pêşxistinê, ji bo gelê Kurd tê wê wateyê ku hê zêdetir girîngî bide xebatên çandî, parastina mîrasa dewlemend û pêşxistinê. Di heman demê de hedef bikin ku nêzîkatiya di nava çandan de bi hêz bikin, parastina mafên çandî, pêkanîan nasînên fermî, destekkirina çanda Kurd di medayayê de were parastin û di poltîkkayên neteweî û herêmî de aktîv beşdar bibin girîngiyen mezin hildigre.