Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 27’ê Sibatê de peyamek nû parve bike
Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê wê 27’ê Sibatê daxuyaniyek bide û tê pêşbînîkirin ku peyamek ya Rêber Apo têkildarî pêvajoyê parve bike.
Navenda Nûçeyan – DEM Partî dê tekildarî salvegera banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bernameyekê lidar bixe. Di bernameyê de peyama nû ya Rêber Apo jî dê ji raya giştî re bê parvekirin.
DEM Partî dê tekildarî salvegera banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Apo dê li Enqereyê di seat 11:00’a an de bernameyekê lidar bixe.
Şandeya DEM Partî û Hevserokên Giştî yên DEM Partî jî dê tevlî bernameyê bibin. Di bernameyê de peyama nû ya Rêber Apo jî dê ji raya giştî re bê parvekirin. Her wiha dê li ser qonaxa pêvajo gihiştiyê jî gotûbêj bên kirin.