Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbata xwe re rûnişt
Hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk aniye.
Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve li ser hesabê medyaya dîjîtal hate parvekirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ragirtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîn.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Birêz Abdullah Ocalan bi endamên malbata xwe Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re îro (26'ê Sibata 2026’an) li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Muwekîlên me yên din Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Ergîn Atabey û Birêz Mahmût Yamalak jî bi endamên malbata xwe re îro (26'ê Sibata 2026’an) li Girava Îmraliyê hevdîtin çêkirin.”