Rêber Abdullah Ocalan: Jiyana azad û wekhev bi rêxistinbûnê pêkan e

Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan, diyar dike ku bîrdoziya jinan bîrdoziyeke civakî ye û balê dikşîne ser girîngiya rêxistinbûnê ji bo avakirina jiyana azad û wekhev.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan, di tevahî hevdîtin û nirxandinên xwe de herî zêde balê dikşîne ser mijara Rizgariya Jinan û diyar dike ku rojek tenê têr nake ji bo jinan û wisa dibîne ku divê her roj, bibe roja jinan. Ji ber her çendî şoreş çêbûn û tevger hatin damezrandin jî tu tevgerê rizgariya jinan nekir rojeva xwe gotin; ‘bila şoreşa me bi ser bikeve, pişt re emê mijara jinan binirxînin.’

Rêber Abdullah Ocalan, ku 27 sal in li Girtîgeha îmraliyê, di bin tecrîdeke giran de dîlgirtî ye, giravê veguherand akademiyek ku tê de fikir û felsefeya demokrasî û azadiyê berz dibe, ronahiya xwe dide cîhanê, nexasim felsefeya ‘Azadiya jinan’, ji lewre Rêber Abdullah Ocalan tekez dike ku heya jin azad nebin, civak azad nabe û wiha dibêje: ‘Jina azad, civaka azad e.’

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêber Abdullah Ocalan peyaman ji bo jinan dişîne, di peyama xwe de îşaret bi girîngiya têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta desthilatdar dike û jinan vedixwîne meşa azadiyê. 

Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna jinan ji bo azadiyê bi vê boneyê silav dike û wiha dibêje: “Bi boneya roja jinên cîhanê ez têkoşîna jinan a azadiyê silav dikim. Bawer im rojeke wiha di encama têkoşîna dîrokî û civakî ya girîng de ketiye rojevê. Di rêxistina me de, sosyalîzm li ser bingaha destgirtina pirsgirêkan tenê bi rizgariya Kurdistanê ve sînordar nema; di despêkê de Rojhilata Navîn û têkoşînên civakî nû yên cîhanê, di asta jinan de hem bi îdia, hem jî bi nêzikatiyeke afirîneriyê digre nava xwe, xwedî girîngiyeke mezin e. Beriya her tiştî divê mirov behsa Bîrdoziya Rizgariya Jinan bike. Em li du ‘afirandina vê bîrdoziyê ne.’ Bîrdoziya Rizgariya Jinan neyê pêşxistin, her tişt ji xwexapandinê wêdetir naçe. Ev ne tenê di wateya bîrdoziya rizgariyê de rêgezek e. Xala ku analîzên civaka zanistî, heta doktrîna sosyalîstî jî bîrdoziyek e di eksena/ mihwera jinan de datîne pêşberî me. Bêguman ev ne nêzikatiyeke femînîst e.”

‘Pêdivî bi afirandina Bîrdoziya Jinan heye’

Rêber Apo bal kişand ser dagirkeriya emperyelîst û çînên di nava civakê de û wiha got: “Em ji çareserkirina pirsgirêkên şer bigrin, heta gengazkirina aştiyê xwe dispêrin azadiyê, ji lewre pêdivî bi pêşxistin û afrandina bîrdoziyeke bi vî awayî heye. Ji ber ku bi qasî çîn, dagirkeriya emperyalîst û nêzikatiyên serwer li ser civakê hebin jî di mînakên rêberên sosyalîst komunîst de ev hatiye vegotin. Lê heta dawî sînordar e. Di heman demê de feraseta desthilatdariya zilam nehatiye derbaskirin. Di jiyana xwe ya malbatî de jî derneketine derveyî feraseta desthilatdariyê.”

Rêber Abdullah Ocalan rexne li sosyalîzmê kir û wiha ev mijar girt “Em dikarin vê weke kemasiyeke sosyalîzmê jî bifikirin. Jixwe ev ne bîrdoziyeke zordariyê ye. Di qonaxa destpêka rêxistinkirina civakî de, bîrdozî di eksena jinan de ye. Bi kurtî bîrdoziya jinan, bîrdoziyeke civakî ye, ne rêgezî ye. Heke em di vê çarçoveyê de nêzîkî vê pirsgirêkê bibin, di asta bîrdozî û regezî de bawerim heta niha tevahî nêzîkatî, tevahî bîrdoziyan di warê siyasî, çandî, leşkerî û rêxistînî de pêwîst e li ber çav re were derbaskirin. Çima? Ji ber ku di bin desthilatiya zilam de ye. Şer, newekheviyê, zorî û zextê digire nav xwe. Ji ber vê dibêjim: “Niha ne dema wê ye, piştre dikare bibe” yanê nêzîkatiyên bivî rengî heta dawî xeter in.

‘Şer dijberî jiyan û aştiyê ye’
Rêber Abdullah Ocalan girîngiya pêkanîna aştiyê destnîşan dike û dibêje: “Dawiya vî şerî neyê, aştî jî nabe. Heke mirov bala xwe bidê, cihên ku herî zêde jin tê de kêm in, heta qet tê de nîn in, mekanîzmayên di van deran de pergalên ku di asta herî jor de şîdet tê de tên pêşxistin in. Saziyên ku herî zêde desthilatdariya zilam tê de rûvekirî ne di serî de jî saziyên mîlîtarîst, amûrên şer ên herî dijwar in. Yanî dijberê jiyan û aştiyê ne.” Der barê malbatê de jî Rêber Apo wiha nirxand: “Heke em rizgariya jinan dixwazin, yek ji parçeyên herî mezin jî malbat e. Malbat saziyeke desthilatiya zilam e. Ji bo civaka Kurdan malbat saziyeke misoger divê di ber çav re bê derbaskirin e.
Li gorî min malbat, di bingeha xwe de bîra bêbinî ya herî xeter a ku jin tê de hatiye xistin e. Zemînê herî sereke yê ku tevahî pergalên emperyalîst, dagirker, dîsa pergalên şerê taybet xwe tê de pêk tînin malbat e. Divê di ber çav re bên derbaskirin, bê rexnekirin. Ev nayê vê wateyê ku em malbatê ji binî ve red dikin, yan jî qala derbaskirina wê dikin, ji ber di malbatê de dîktatorî û milkiyet heye, bêmafiya li jin êş û jin jinedîtî ve, yanî tinekirina jinê heye, ji bo ku em jinan ji van saziyan jî rizgar bikin divê ku em teoriya qutbûnê bi pêş bixin.”

‘8’ê Adarê rastiya di jiyanê de jin tune ye nîşan dide’

Rêber Abdullah Ocalan wateya roja 8’ê Adarê şîrove kir û ev nirxandin kir “Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8’ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzikatiyên tenê di vê rojê de weke nirxek bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinan dide xuyakirin. ji bo biserxistina şoreşa Kurdistanê; dahûrandina jiyana li derdora jinan esas e. Her wiha şer û şoreş ji jinan cudagirtina dest, ne gengaz e ku şer tam bibe şerê azadiyê.”

‘Şoreş û jiyan bê jin nabin’

Her wiha balê dikşine ser pirsgirêka jinan û wiha dibêje: “Pirsgirêka jinan ne tenê di aliyê zayendî de her wiha di aliyê civakî de jî “divê çawa be” bê lêpirsînkirin. Her ku bersiv bi pêş bikeve wê bê dîtin ku di esas de şer û aştî pirsgirêka jinan e. Heya ku vîn keseyeta wê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilatdar ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştî, bi tena serê xwe çareser nabe. Her wiha di şoreşên ku di demên pêş me de ne û piştî şerên sedsalên 21’ê de pêvajoyên aştiyê li pey wan bên, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê kûr bikin.”

‘Jiyana azad û wekhev bi rêxistinbûnê pêkan e’

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna projeya azadiyê tekez dike ku rêxistinbûn esas e van gotinan tîne ziman: “Madem hûn jiyana wekhev û azad dixwazin, hûn ê hestên xwe bi rêxistin bikin. Hêza fikirandina azadiyê pêk bînin. Bi zilamekî çawa re bi çi şêwazî, jiyana çawa dixwazin der barê van de hûn ê projeyên xwe bi pêş bixin. Lê baldar bin, civaka me ya serdest a zilam, jinan bêdeng kiriye.”