‘Rêbazên li Suweydayê, Helebê û herêmên Kurdan tên bikaranîn yek in’
Îhlas el-Melham ku bûye şahida komkujiyên li Suweydayê, diyar kir ku heman rêbaz îro li Helebê û li herêmên Kurdan tê bikaranîn.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di 13’ê Tîrmeha 2025’an de li Başûrê Sûriyeyê komkujî û sûcên der mirovî yên li bajarê Suweydayê pêk hatin. Bîra jinên Suweydayê, hê bi bîrînên bi êş ên bûyerên Tîrmeha 2025’an tije ye. Êrîşên mijara gotinê û binpêkirinên li dijî pêkhateyên civakî, olî û pergala aştiyane ya dîrokî çêbûn, travmayek kûr ava kirine.
Hate diyarkirin ku tiştên hatin jiyîn ne bûyerek ferdî ne, perçeyek modela tundiyê ya ku berê li peravên Sûriyeyê û piştre li Suweyda û herî dawî li herêmên Kurdan dubare bûyî ye. Ev êrîş, di aliyê rêbaz û hedefan de wek hev in. Welatiya taxa Tarbiye ya Suweyda Îhlas el-Melham, felaketa piştî ku cîhadîstên Heyet Tahriri el-Şam û komên bi çek ên girêdayî eşîretên Bedawî ketine herêmê jiyaye, hûrgîliyên komkujiyên berfireh û rasterast hedefgirtina sivîlan anî ziman.
‘Di paşeroja Suweydayê de, tundî an jî cînayet tuneye’
Îhlas el-Melham diyar kir ku gelê Suweydayê ji ber karektera xwe ya aştiyane ji van cûreyên bûyeran re ne amade bûn, mezhebên cûda û pêkhate ev bi salan e bê pevçûn di nava hev de dijîn û wiha got: “Di paşeroja Suweydayê de, tundî an jî cînayet tuneye. Tu şkeft û amadekariyên şer tunebûn. Ji ber ku gel fêrî ewlehî û jiyana bi hev re bûne. Piştî komkujiyên li herêmên peravan, li dijî bajar gef zêde bûn. Tenê bi armanca tedbîran hinek amadekarî hatin kirin. Li gel dîmenên îşkenceyên li cenazeyan, serjêkirinên komên bi çek ên li herêmên peravê ku di platformên medyaya dijîtal dehatin belavkirin, gefên rasterast ‘em hatin ser rihê we Dûrzîno’ hatin weşandin.”
‘Me jî amadekariyek biçûk kir’
Îhlas el-Melham ku berpirsyara navendek olî ya li taxê ye, da zanîn ku gefan wê û hevjînê wê ber bi parastina ji êrîşan ve biriye û wiha pê de çû: “Me ji bo keçên li navendê, dewreyên tenduristiyê ya alîkariya destpêkê li darxist. Li hember êrîşek, me bi armanca mudaxelekirina birîndaran dermanxaneyek biçûk ku dermanên bingehîn û amûran hatiye tijekirin, amade kirin.”

Hatina komên bi çek û dorpêça navenda olî
Cîhadîstên HTŞ’ê û komên bi çek ên girêdayî eşîreta Bedewî, di 14’ê Tîrmeha 2025’an de piştî ku ketin gundên rojava yên bajarê Suweydayê, operasyon heta navenda bajar û taxa Tarbiye belav bû. İhlas el-Melham anî ziman ku komên bi çek bi dizî ketine taxê, di wê demê de navenda olî ji bo sivîlan vekirî bûye û ev agahî dan: “Bi zêdebûna tirsê re, li taxê bi dehan malbat, piranî jin, zarok û extiyar bi baweriya ku di şeran de mekanên olî bê alî ne, xwe spartin navendê. Di demeke kin de hejmara kesên di şkeftan de mane, gihîşt nêzî 150 kesan. Ji ber sekvan li derdor hatibûn bicihkirin, du rojan em di bin dorpêçê de man, me nekarî derkevin û ti alîkarî neket hundir. Dema xwarin û av xilas bû, hemû kes pir tirsiyan.”
Hewldana tehliyeyê dibû hedefgirtina rasterast
Îhlas el-Melham anî ziman ku bi giranbûna rewşê re, ciwanên li herêmê hewl dane sivîlan bibin cihek bi ewletir. Ihlas ragihand ku sê erebe hatine û ji bo hemû sivîl siwar bibin tenê 10 deqe hebûye. Îhlas got ku di vê demê de hatiye plankirin ku ciwan komên bi çek mijûl bikin û wiha pê de çû: “Avahiyên derdorê ji aliyê sekvanan ve hatibûn kontrolkirin û gule li hemû kesên derbas dibû dihatin reşandin. Piştî ku ji navendê derketin, erebeyên ji mesafeyek ji sed metrî kêmtir, ji gelek aliyan ve hatin gulebarankirin. Bi sekvanên ku li avahî û diyarê wan hatin bicihkirin û di baxçeyên zeytûnên li derdorê de hatin bicihkirin. Pîqapek ku jin û zarok tê de bûn li pêş diçû, di encama gulebarana lastîkên wê de erebe qelibî û piştre yên li erdê bûn hatin gulebarankirin. Lastîkên erebeya ku hevjînê min dajot rasterast hedef girtin. Di nava gulebarana dijwar a ji her alî ve tê, gelek birîndar çêbûn.”
Birîndarbûn û sehneyên dehşetê
Îhlas el-Melham diyar kir ku dema ketiye otobusê zêdeyî 25 jin hebûne û cihek rûniştinê tunebûye, di bin guleyan de xwe tewandine û wiha got: “Jinên li pêşiya min, bi guleyan birîndar bûn û bi ser min de ketin, xwîn wek lehiyê diherikî. Ez jî ji destê xwe birîndar bûm. Nêzî saetek me nezanî gule ji kuderê tên, me wehşetek ku nayê tarîfkirin jiyan kir. Dema sekvanek hate kuştin, sekvanên li cihên zeytûnan vekişiyan. Piştî wê, birîndarên ku piranî jin bûn xwe spartin malan û li alîkariyê geriyan. Extiyarek ji herêmê, mala xwe ya vala vekir û birîndar li wê derê bicîh kirin.”
Binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan
Îhlas el-Melham da zanîn ku dayîkek ku keça wê hatiye kuştin, piştre vegeriyaye ser cenaze, bedena wê veşartiye, disa daniye erebeyê. Îhlas, da zanîn ku ev çavkaniya xwe ji tirsa ji pêkanîna îşkenceya li dijî bedenên mirî pêk tîne digre û got: “Di heman demê de di nava komê de pitikek sê rojî hebû, gule li devê wê rijandibûn. Ev mirov çawa difikire, ma vê pitikê çi kiribû? Ev nêzîkatiya ku xwe dispêre kuştin û îşkenceya li hember cenazeyan bi ol an jî ehlaqê re ti eleqeya wê tuneye.”
Mirina hevjînê wê û şevek a bi veşartinê derbas kirî
Îhlas el-Melham, diyar kir ku li gel hevjînê xwe yê birîndar heta saetên şevê di otobusê de mane û hevjînê wê li wê derê miriye û got: “Wê demê êrîş dom dikir, komên bi çek, bi çek û cilan di nava malan de digeriyan, perçeyên bedenê mirovan li ser rêyan bûn. Ji ber telefona min hemû bûbû xwîn êdî nedixebitî, bi telefona hevjînê min li min geriyan û ji bo ku nemînim tenê ji min xwestin ji herêmê derkevim. Dema roj çû ava, dema di nava baxçe de derbas dibûm, min dengê giriyê zarokek bihîst û li cihê deng dihat avahiyek tije birîndar hebû. Hemû kes wê şevê di nav bêdengiyek de xwe veşartin, dengên çekan, ken û qêrîn û girî dibihîstin. Cîhadîtstan bi ser malan de digirt û mêran dikuştin, destdirêjî li jinan dikirin. Yên ku xwe vaşartine vana bihîstin, lê belê bi tirsa wê werin kuştin mudaxele nekirin. Di saetên zû yên sibehê de fermana paş ve kişandinê hate dayîn, piştre ciwanên herêmê hatin, birîndar birin cihek bi ewle.”
‘Îro heman rêbaz li dijî sivîlên Kurd tên bikaranîn’
Îhlas el-Melham tiştên jiyan kiriye wek felaketek ku ti caran ji bîr neke bi nav kir û daxwaz kir ku êdî tiştek wisa dubare nebe û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tiştên gelê Suweyda û Kurdan jiyan kirine heman e. Rêbeza ku li Suweydayê hatin bikaranîn, berê li perava Sûriyeyê û îro heman rêbazê li dijî sivîlên Kurd tên bikaranîn. Tişên ku li Helebê hatin jiyan heman tişt in. Xala hevpar a hemû van bûyeran, hedefgrtina jin û zarokan, rasterast kuştin û binpêkirinên giran e. Ev jî modelek tundiyê ku li dijî pêkhateyan e û xwe dispêre tirs û tunekirinê ye.”