Rayedara NATO’yê: Jin di hevdîtinên aştiyê de cîh nagirin ev xeter e
Nûnera Taybet a Taybet a Jin, Aştî û Ewlehiyê ya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Irenne Fellin diyar kir ku di hevdîtinên aştiyê de jinan hindik cîh girtine, ev jî bûye sedema piştguhkirina zêdebûna rîska piştguhkirina çend mijaran.

Navenda Nûçeyan- Di hevdîtinên pêvajoyên aştiyê yên sala 2022’yan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine meşandin de, rêjeya nûnerên jin tenê ji sedî 16 ye. Nûnera Taybet a Taybet a Jin, Aştî û Ewlehiyê ya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Irenne Fellin têkildarî mijarê got ku li tevahiya dinyayê pir kêm jin beşdarî çareserkirina pevçûnan bûne. Irenne destnîşan kir ku ev jî dibe sedema derketina hinek rîskan.
Irene Fellin a ku xuya ye ji jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn hewl didin aştiyê pêk bînin ne haydar e, wiha got: "Jin hîn jî di birêvebirin û çareserkirina nakokiyan de kêmnetewe ne. Delîlên di destê me de nîşan didin ku jin di hevdîtinan de nebûne, lewma jî çend mijar kêmtir hatine nirxandin."
Di meha Cotmehê dê bi mebesta 25’emîn salvegera pejirandina biryara hejmar 1325, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve çalakiyek bê lidarxistin. Armanca biryara hejmar 1325,"beşdariya wekhev û tevlîbûna tevahî" ya jinan a di "hemû hewldanên ji bo parastin û pêşvebirina aştî û ewlehiyê" de ye.
Irenne diyar kir ku di asta Neteyên Yekbûyî de dîplomata herî payebilind jinek bi navê Kaja Kallas e, lê dîsa jî di nav 27 welatên ku endam in de tenê 5 wezîrên karên derve û tenê 3 wezîrên parastinê hene.