Rastiya qetilkirina 3 kesên ji malbateke Kurd hat eşkerekirin

Rastiya bûyera li gundewarên Minbica dagirkirî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina sê kesên ji malbateke Kurd, eşkere bû.

SÎLVA EL IBRAHÎM

Hesekê – Di 30’ê Kanûna 2024’an de li gundê Qişla Yûsif Paşa yê bajarokê Ebû Qelqel ê li rojavayê çemê Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sê cenaze hatin hatin dîtin. Diyar bû ku sê kesên ji heman malbatê bi destên çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Fatûma El-Şeman temenê wê 70 salî ye, hevjînê wê Mihemed Xelîl 70 salî ye û kurê wan Silêman 30 salî ye.

Dema hewl dan nehêlin çete diziya mala wan bikin hatin qetilkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk hersê kesan kuştine. Ji ber ku dixwestin diziya mala wan bikin û wan destûr nedane, hatine qetilkirin. Diyar bû ku beriya çete ji gundê Qişla Yûsif Paşa vekişin bûyer qewimiye.

Malbata ji sê kesan bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê bajarê Mûşê ne lê di dema Osmaniyan de ji ber şer neçar dimînin koçî Sûriyeyê bikin. Piştî ku tên Sûriyeyê gundê Qara Sicê yê girêdayî bajaroka Ebo Qelqel ê li bajara Minbicê ava dikin û bi civakên li Sûriyeyê re têkiliyên xwe datînin.

Piştî pêkvejiyana wan bi civaka Sûriyeyê re, endam û neviyên malbatê li gundên; Sakawiya, Qişla Yûsif Paşa û Qara Sicê bi cih bûn. Her wiha hinek ji wan jî vegeriyan bajarê Mûşê. Ruxmî ku gundek ji xwe re ava kiribûn jî di nava xwe de yek ji eşîrên Ereb, El Bobne di nava xwe de dihewandin û jiyana wekhev dabûn avakirin.

QSD’ê îdiayên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê red kir

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê îdia kiribû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hersê kes qetil kirine lê QSD’ê ev îdia red kir û diyar kir ku ev îdia ji bo veşartina sûcên çeteyên li gundan dikin.