Rapora UNICEF’ê: Li Kongoyê qeyrana tundiya li dijî zarokan kûrtir dibe

UNICEF, di raporek nû de hişyarî da ku li Komara Demokratîk a Kongo tundiya zayendî ya li dijî zarokan veguheriye diyardeyek kûr û bipergalî. Li gorî raporê, di 9 mehên ewil ên salê de zêdetirî 35 hezar bûyer hatine tomar kirin.

Navenda Nûçeyan – Komara Demokratîk a Kongo, şahîdiya yek ji qeyranên mirovî yên herî xeternak ên cîhanê dike û zarok rastî tundiya zayendî ya pergalî ya roj bi roj zêde dibe, dibin. Ev rewş, asta karesata mirovî ya ku ji ber mekanîzmayên piştgiriyê yên qels û bêewlehiyê welat dorpêç dike, radixe berçavan.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di raporek nû ya îro weşand de, diyar kir ku li Komara Demokratîk a Kongoyê tundiya zayendî ya li dijî zarokan veguheriya diyardeyek kûr û bipergalî. UNICEF’ê, ragihand ku di 8 mehên ewil ên salê de zêdetirê 35 hezar bûyer hatine tomar kirin, lê dibe ku hejmara rastîn ji ber tirs û pirsgirêkên xwegihandinê pir zêdetir be.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku piraniya bûyeran li Bakurê Kivu, Başûrê Kivu û Ituriyê hatine jiyîn û li Kinshasa û Kasaiyê jî hejmarên bilind hatine tomar kirin.

Dîrektora Îcrayê ya UNICEF’ê Catherine Russell, da zanîn herî zêde zarokên keç bandor dibin û zarokên kur û yên astengdar jî di xetereyek zêde de ne. Catherine Russell, diyar kir ku ji ber kêmbûna fînansmanê bernameyên parastinê kêm dibin û ji bo parastina zarokan, berfirehkirina xizmetên piştgiriyê, hesabdayîna kiryaran û misogerkirina tevgerandina hemû aliyan a li gorî hiqûqa navneteweyî banga mudaxeleyek lezgin kir.