Rapora SAMER'ê: Di 64 rojan de 95 jinan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qadê ya Samer; di navbera 1’ê Çileyê- 5’ê Adarê de 47 jê bi guman 95 jinana jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de bal kişan ser sûcên li dijî zarokan.
Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER, rapora ‘bûyerên tundiya li dijî jin û zarokan ku di çapemeniyê de hatî teyîsîn’ ên di navbera 1’ê Çileyê- 5’ê Adar 2026’an de hatin jiyîn eşkere kir. Di raporê de hate tesbîtkirin ku ji 1’ê Çileyê heta niha 47 jê bi guman, bi giştî 95 jinan jiyana xwe ji dest dane.
SAMAR ku nûçeyên ji Bianet, JINNEWS, Platforama Emê Cînayetên Jinan bi Sekinînin, Ajansa Mezopotamya, Anit Sayaç û gelek ajansên herêmî û neteweyî berhev kirî, daneyên bi dest xistiye, xist qada SPSS û tablo bi analîzekê nirxand.
Li gorî encamên ji çapemeniyê hatiye berhevkirin, di xebatên di navbera 1’ê Çileyê- 5’ê Adarê de hatin meşandin, herî kêm 48 jin û 6 zarokên keç hatine qetilkirin, 47 jin û 11 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. 17 zarokên keç rastî destdirêjiyê, 68 jin û zarokên keç rastî tundiya fîzîkî, 262 zarok rastî êrîşa zayendî, 4 jin û zarokên keç rastî tacîz û 2 jin rastî êrîşa zayendî hat.
Di raporê de cih hat dayîna temenê mexduran. Ji sedî 69.2’ê mexduran ‘jinên ku temenê wan nayê zanîn’, ji sedî 8.6 di navbera 0-17, ji sedî 2.5’ di navbera 18-24, ji sedî 5.3’ê di navbera 25-34’an de, ji sedî 5.5 di navbera 35-44’an de, ji sedî 3.2 di navbera 45-54’an de, ji sedî 2.5 di navbera 55- 64’an de, ji sedî 3.2 ji 65 salî jortirin.
Li gorî daneyên hatine berhevkirin, ji sedî 59.5’ê bûyeran kiryar nayê zanîn, ji sedî 12.9 kiryar kesê nayê nasin, ji sedî 9.5 hevjîn, ji sedî 2.7 hevjînê ku pêre di qonaxa hevberdanê de, ji sedî 2.5 ji aliyê desgirt ve, ji sedî 2.3 ji aliyê kesê nas ve, ji sedî 1.7 bav, ji sedî 1.5 ji aliyê desgirtê xwe yê berê ve hate qeydkirin.
Li gorî bûyerên di çapameniyê de hatine teyîsîn, bûyerên Cînayetên Jinan; ji sedî 14.6 li Stenbol, ji sedî 10.4 li Enqere, ji sedî 10.4 li Antalya cih girtin. Cardin di raporê de hate diyarkirin ku bûyerên mirinên bi guman ên jinan ji sedî 8.5 li Stenbol, ji sedî 8.5 li Samsûrê hate qeydkirin.
Komkujiyên zarokan
Bûyerên cînayetên zarokan; ji sedî 16.7 li Adana, ji sedî 16.7 li Enqere, ji sedî 16.7 li Antalya, ji sedî 16.7 li Dîlok, ji sedî 16.7 li Hatay, ji sedî 16.7 li Stenbol bû cihên herî zêde lê hatin jiyîn. Bûyerên bi guman ên mirinên zarokan ku di raporê de hatin teyîsîn; ji sedî 18.2 Stenbol, ji sedî 18.2 Manîsa, ji sedî 18.2 Mêrdin, ji sedî 18.2 Sakarya bajarên herî zêde lê hatin jiyînin. Di raporê de hate îfadekirin ku ku bûyerên destavêtina zarokan; ji sedî 11.8 Aydin, ji sedî 11.8 Stenbol, ji sedî 11.8 Îzmîr, ji sedî 11.8 Kayserî hate eşkerekirin. Bûyerên destavêtina zayendî; ji sedî 50 Hatay, ji sedî 50 li Kocaelî di çapemeniyê de hate teyîsîn.
Hate diyarkirin ku cûrên tundiya li dijî jin û zarokên keç ku di navbera 1’ê Çile- 5’ê Adarê di çapemeniyê de hatî teyîsîn, ji sedî 57.6 di meha Çileyê de, ji sedî 40.3 di Sibatê de, ji sedî 2.1 di Adarê de rastî tundiyê hatine. Li gorî mehan cûrê tundiya li dijî jin û zarokan ku di navbera 1’ê Çile- 5’ê Adarê de di çapemeniyê de hatine teyîsîn, 273 di meha Çileyê de, 191, Sibat, 10 di meha Adarê de rastî tundiyê hatine.
Hejmara cûrên tundiyê li dijî jin û zarokên keç ku di navbera 1’ê Çile- 5’ê Adarê 2026’an de di çapemeniyê de hatin teyisîn, 263 jê zorîkirina têkiliya zayendî, 68, tundî/birîndarbûn, 48 cînayetên jinan, 47 mirina bi guman a jinan, 17 destavêtina zarokan, 11 mirinên bi guman ên zarokan, 7 gef û heqaret, 7 cînayetên zarokan, 4 tacîz, 2 jê destavêtin, 2 jê rastî rakirina rehmê hatine.