Rapora NY: Jin herî zêde li malên xwe tên qetilkirin

Li gora rapora Yekeya Jinan a NY, di sala 2023’an de 85 hezar jin û zarokên keç ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Daneyên kurewî nîşan dide mal ji bo jinan cihê herî metirsîdar e.

Navenda Nûçeyan – Li gora rapora ji aliyê Yekeya Jinan a Netewên Yekbûyî (NY) ve hatiye amadekirin, di sala 2023’an de 85 hezar jin û zarokên keç ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin.  Ev qetliam ji sedî 60’ê wê (51.100) ji aliyê kesên herî nêz ve tê kirin, hejmar bi awayek kurewî nîşan dide ku mal ji bo jinê cihê herî metirsîdar e.

Qada ku herî zêde tundî lê heye

Li gora nûçeya The Guardian; Alîkara Dîrektora Îcra ya Yekineya Jinên NY Nyaradzayi Gumbonzvanda diyarkir ku jin di malên xwe de ne bi ewle ne û wiha got: “Dane ji me re dibêje, qadên taybet û di nava malê de ku herî zêde divê jiyana jinan bi ewle be, bûye cihek ku gelek jin rastî tundiya mirinê werin. Hejmarên di vê raporê de, beşa ku divê were dîtin em dibînin, ji ber em dizanin hemû qetliamên jinan neyên qeydkirin û hemû sedemên mirinan bi awayek rast nayên qeydkirin û agahiyên gelek komên ku em nagihan wan hene.”

Li gora texmînên kurewî yê NY ya derbarê qirkirina jinan ku qetilkirina jin û zarokên keç ji ber zayendê tê pênasekirin, di sala 2022’an de 89 hezar jin û zarokên keç daketinek giştî hatiye jiyîn, lê belê hejmara jinên ji aliyê mêrê pêre û endamên malbatê ve hatin qetilkirin zêdebûn heye.

Rêjeya herî bilind Efrîqa ye

Li gora daneyên ajansa NY, bi awayek texmînî di sala 2023’an de 1 hezar û 700 qetliamên li Efrîqayê rêjeya herî bilind ku ya cînayetên jinan ji aliyê mêrên pêre zewicîn ve hatiye qeydkirin, nîşan da ku li pey wê Emerîka û Okyanusya wê di şopînin.

Malbat failên ewil in

Li Ewropa û Emerîka piranî jin ji aliyê mêrên pêre dijîn ve tên qetilkirin, li cihên din endamên malbatê failên ewil in.

Yekîneya jinên NY, Fransa, Başûrê Efrîqa û Kolombiya jî di navde, daneyên derbarê sê welatan de piştrast dike ku jinên ku ji aliyê kesê nêz ve hatin qetilkirin ‘beşek jê’ beriya qetliamê giliyê tundiyê li gel rayedaran kirin e.

Di raporê de hate diyarkirin ku, di sala 2023’an de di asta kurewî de rêjeya jinên ji ber tundiya di nava malbatê de hatin qetilkirin ji sedî 60 e.

Daneyên ne têrker

Li gel vê ajansa NY, rapora derbarê texmînên qetliamên jinan yên kurewî de, diyarkir ku di asta cîhanê de ji aliyê gelek welatan ve ji ber kêmaniyên komkirina daneyan, hatine astengkirin û da zanîn ku derbarê qetliamên jinên di nava mal û ji derve de hejmarek kêm ya hikumetên ku daneyên rast parve dikin hene.

Di raporê de ev tişt hate gotin: “Dewletên endam di salên dawî de ji bo cînayetên jinan bigrin dest hê zêdetir tedbîran digrin, di cînayetên ku xwe dispêre zayenda civakî hewldanên têkoşînên yê hesab dayînê, îstatîstîkên derbarê cînayetên jinan de bi kalite û bikaranîna wê tê pîvan. Di aliyê daneyên heyî de, derbarê çalakiyên erênî ku berevajî were kirin hewldanên girîng, di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de wê hesabdayîna hikumetan zêde bibe.”