Rapora NY’ê: Li Efganistanê niheqiya zayendî zêdetir dibe
Di Raporek UNAMA ku hatiye weşandin de dibêje ku li Efganistanê, bi zêdekirina sînorkirinên ji aliyê Talîbanê ve, ferqa dadmendiyê di navbera jin û mêran de bi awayekî xeternak mezin dibe û fikarên navneteweyî derbarê rewşa jinan de zêde dibin.
Navenda Nûçeyan – Raporek nû ya ku ji aliyê NY’yê ve hatiye weşandin, eşkere kir ku krîza mafên jinan li Efganistanê kûrtir dibe. Li gorî raporê, niheqiya di gihîştina dadê de her ku diçe mezin dibe. Jin, ji ber siyaseta Talîbanê, bi sînorkirinên zêde re rû bi rû ne ku gihîştina wan a pergalên dadweriyê sînordar dikin. Ev jî fikarên navneteweyî li ser pêşeroja wekheviyê û mafên bingehîn li welêt zêde dike.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Mîsyona Alîkariyê ya NY’ê li Efganistanê (UNAMA) di daxuyaniyeke ku di 8’ê Adarê de weşand de ragihand ku îhtîmala gihiştina jinên Efganî ya mekanîzmeyên fermî yên dadweriyê li gorî mêran nêzîkî çar qat kêmtir e. Ev rewş bi milyonan jinan bê parastina qanûnî dihêle û wan ji derfetên ku dikarin mafên xwe bixwazin an jî rêyên ewle bibînin, li dijî tundiya malbatî û civakî, bêpar dike.
‘Tenê ji sedî 14’ê jinan dikarin ji xizmetên fermî sûd bigirin’
Li gorî encamên vê lêkolîna NY’ê, tenê ji sedî 14’ê jinan karîbûn ji xizmetên fermî yên çareserkirina nakokiyan sûd wergirin. Li gorî mêran jî ev rêje ji sedî 53 e. Ev jî nîşan dide ku di gihîştina saziyên dadwerî û ewlehiyê de ferqeke mezin heye. Nûnerê taybet yê UN Women got ku gihîştina dadê mafek bingehîn e û beşek ji rûmet û ewlehiya jinan e. Wî diyar kir ku bêparkirina jinan ji vî mafî, wan zêdetir qels dike û dibe sedem ku ew bêtir bi binpêkirina mafan re rû bi rû bimînin.
‘Tevî astengiyan jî têkoşîna xwe didomînin’
Tevî van îstatîstîkên giran, heta niha Efganistanê bersivek fermî li ser vê raporê nedaye. Rayedarên welêt jî gelek caran diyar kirine ku “mafên jinan li gorî rêzikên şerîeta Îslamê hatine mîsogerkirin.” UN Women diyar dike ku pirsgirêkên jinên Efganî pê re rû bi rû ne, tenê bi mijara dadweriyê sînordar nîne; ew warên tenduristî, perwerdehî û derfetên aborî jî digre nav xwe. Jin di jiyana rojane de bi gelek sînorkirinên ku tevlêbûna wan a jiyana giştî dijwar dike re rû bi rû ne. Tevî vê yekê jî sazî diyar dike ku jin, tevî şertên dijwar, ji bo jiyanek adil û bihêztir têkoşîna xwe didomînin.
Di beşdarbûna pêvajoyên biryardayînê de ferq ji sedî 76 e
“Endeksa Zayendî ya 2024’an” ku wekî berfirehtirîn xebata ku piştî vegera Talîbanê hatiye kirin e, dibêje ku Efganistan di rêza duyemîn a welatê herî mezin a cîhanê ye ku tê de niheqiya zayendî heye. Di warên tenduristî, perwerdehî, tevlêbûna aborî û beşdarbûna di pêvajoyên biryardanê de, ferqa di navbera jin û mêran de nêzîkî ji sedî 76 e. Ev endeks jî nîşan dide ku jinên Efganî di warê biryardan û gihîştina derfetan de tenê dikarin bighîjin ji sedî 17’ê potansiyela xwe. Navînî ya cîhanî jî, ji sedî 60,7 e.
‘Rewşa jinan li welêt rewşa herî xerab a li cîhanê ye’
Welêt di warê mafên jinan de bi paşveçûnek giran rerûbirû ye. Qedexekirina xwendina navîn û zanîngehê, qedexeya karê li gelek sektoran, sînorkirina rêwîtiya bêyî mêrê ku bi jinê re be û mecbûrkirina burqayê, di nav sînorkirinên tund de ne. Raportorê taybet ê NY’ê, li ser mafên mirovan li Efganistanê jî diyar kir ku rewşa jinan li welêt “rewşa herî xerab a li cîhanê” ye û got ku Talîban “ji bo ku jinan bi temamî bin kontrola xwe de bihêle, siyaseteke pergalî ya cudakariyê dimeşîne.”