Rapora Navnetewî: Li Yemenê di salek de 321 hezar kes koçber bûn

Li gorî raporek navneteweyî ya dawî, lehiyê, karesatên avhewayê û pevçûnên berdewam ên li Yemenê krîza koçberiyê heta sala 2025’an xirabtir kirine, rewşa mirovî xirabtir dibe û zirarên berfireh li gelek bajaran çêdibin.

Navenda Nûçeyan - Yemen yek ji herêmên krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê ye ku bi milyonan Yemenî di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Ji ber sedemên wekî bêewlehiya xwarinê, kêmbûna lênêrîna tenduristiyê û binesaziya zirardar ku hemû ji ber koçberî û pevçûnan girantir dibin.

Rapora navneteweyî ya herî dawî, di 13’ê Gulanê de hat weşandin, eşkere kir ku pevçûnên berdewam ên li Yemenê, digel lehiyê û karesatên avhewayê, heta sala 2025’an digel rewşek mirovî ya bi lez xirabtir û zirarên berfireh li gelek bajaran, bûne sedema koçberiya zêdetirî 300 hezar kesan. Navenda Çavdêriya Koçberiya Navxweyî ya Encumena Penaberan a Norwêcî, di rapora xwe ya salane de diyar kir ku par nêzîkî 321 hezar kes ji cih û warên xwe bûne, 264 hezar ji wan ji ber lehiyê, bahoz û hişkesaliyê ji cih û warên xwe bûne. Rêjeyên herî bilind ên koçberiyê, li bajarên Hecah û Adenê hatine tomarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi taybetî lehiyên giran ên ku di Tebaxa 2025’an de li welêt ketin, bûn sedema wêrankirina malan û pêlên dubare yên koçberiyê. Raporê aşkera kir ku xetereyên tenduristî û xwarinê li deverên bandordar zêdetir kirine.

Di raporê de her wiha hat piştrastkirin ku şerê berdewam bûye sedema koçberiya nêzîkî 57 hezar kesan. Ev yek li gorî sala borî ji sedî 56 zêdetir e. Hejmara giştî ya koçberên navxweyî li Yemenê heta dawiya sala borî, gihîştiye nêzîkî 4.8 milyonî. Ev yek jî Yemenê dike yek ji welatên ku rêjeyên koçberiya navxweyî yên herî bilind li cîhanê hene.