Rapora MESEM’ê: %53.6’ê xwendekaran rastî tundiyê tên
Egitim-Îş (Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê) bi sernavê “Çîrok û Rastiyên Derbarê Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM)"de raporek weşand.
Navenda Nûçeyan – Rapora ku li ser MESEM (Navendên Perwerde û Rahênana Pîşeyî) hatiye amadekirin, bal kişand ser wê yekê ku zarok di bin navê "perwerdehiya pîşeyî" de li pîşesazî, atolye, kargeh, tesîsên hilberîna nefermî û şantiyeyan de tên xebitandin û tekez kir ku zarok jî li van deran rastî tundiyê tên.
Li gorî raporê, hejmara zarokên ku tevî temenê perwerdehiya mecbûrî ne jî ji dibistanê derketine 440,850 e. Hejmara zarokên ku di MESEM de wekî "karkerên zarokan" hatine destnîşankirin 561,895 e, hejmara xwendekarên ku diçin dibistanên navîn ên vekirî 274,187 e, û hejmara zarokên biyanî yên temenê dibistana navîn ên ku neçûne dibistanê 151,567 e.
Bi van hejmaran re, tê gotin ku bi tevahî 1,428,499 zarokên ku di perwerdehiya navîn de ne ji dibistanê derketine, dixebitin, li malê ne, an jî li kolanan in.
Zarok neçar in ku heftê 4 rojan di kargehan de bixebitin
Di raporê de hat bibîrxistin ku zarokên di bin bernameya MESEM’ê de tenê rojekê di dibistanê de perwerdehiya teorîk dibînin, di heman demê de ew herî kêm çar rojan di kargehan de dixebitin. Eğitim-İş diyar kir ku MESEM veguheriye modelek ku zarok neçar in ku di bin navê "perwerdehiya pîşeyî" de di pîşesazî, atolye, kargeh, tesîsên hilberîna nefermî û şantiyeyan de bixebitin.
Yek ji xalên sereke yên ku di raporê de hatine destnîşan kirin, avahiya fînansekirina MESEM’ê bû. Di raporê de hat destnîşankirin ku mûçeyên xwendekarên MESEM’ê ji hêla Fona Bêkariyê ve têne dayîn, ku tê wateya veguheztina çavkaniyên giştî ji bo sektora taybet. Di raporê de her wiha îdiaya ku mîqdara ku ji Fona Bêkariyê bi rêya MESEM’ê ji bo sektora taybet hatiye veguheztin ji 7.1 mîlyar TL derbas bûye, cih girt.
‘Ev tundî bi tundiya fizîkîre sînordar nîne’
Di raporê de encamên Enstîtuya Lêkolînên Diyalektîk jî hene. Li gorî van encaman, %53.6’ê xwendekarên MESEM’ê li cihê kar tundiya fîzîkî an psîkolojîk dîtine. Di raporê de hatiye gotin ku ev tundî ne tenê bi tundiya fîzîkî ve sînordar e, lê di heman demê de formên şîdeta psîkolojîk ên wekî rexneyên domdar, şermkirin, dûrxistin û gef jî dihewîne.
18 xwendekaran li Navendên Perwerdehiya Pîşeyî jiyana xwe ji dest dane
Raport dibêje ku li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya 14’ê Nîsana 2026’an, 2,608 qezayên kar li navendên perwerdehiya pîşeyî qewimîne, ku 10 ji wan mirine. Her wiha rapor destnîşan dike ku, li gorî daneyên Lijneya Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar, ji Îlona 2023an vir ve bi tevahî 18 kes li navendên perwerdehiya pîşeyî jiyana xwe ji dest dane.
Rapora Egitîm-Îş dibêje ku çareserî divê ne di rêvebirina zarokan ber bi cihên kar de, lê di "watedarkirina perwerde û dibistanê ji bo zarokan" de were gerîn.
Pêşniyariyên ku di raporê de hatine rêzkirin bi vê awayî ne:
* Pirsgirêkên ku di pergala perwerdehiyê de têne dîtin divê wekî pirsgirêkên takekesî yên xwendekaran neyên dîtin; çareserî divê bi perspektîfek sîstematîk werin hilberandin.
* Pêşîlêgirtina zarokên di temenê perwerdehiya mecbûrî de ji devberdana perwerdehiyê divê pêşîniyek bingehîn be.
* Divê polîtîkayên wekhevîxwaz û berfireh ên ku li ser başiya xwendekaran disekinin, ayîdiyeta dibistanê xurt dikin û piştgiriyê didin atmosferek erênî ya dibistanê, werin pêşxistin.
* Sedemên nedomandin û terikandina dibistanê divê bi awayekî piralî û bitûnî, di nav de perspektîfên xwendekaran jî, werin analîzkirin.
* Divê mekanîzmayên piştgiriyê ji bo xwendekarên ku hewceyê alîkariya akademîk in werin peyda kirin.
* Divê pergalên hişyariya zû û çavdêriyê werin xurt kirin da ku xwendekarên ku di xetereya devjêberdana dibistanê de ne di qonaxek zû de werin destnîşankirin.
* Divê xwarinên dibistanê yên belaş û saxlem ji bo hemî xwendekaran werin peyda kirin; gihîştina dibistanan divê ewle be.