TJA ji bo kiryarên li navenda şîfayê bang kir: Bibin dengê heqîqetê
Piştî rakirina biryara veşartî ya li ser dosyaya Navenda Rehabîlîtasyona Şîfayê ya Êlihê, hovîtiya li hemberî astengdar, kal û pîran eşkere bû. TJA’yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li her taxê atolyeyan çêbikin û li meclisê jî hesab bipirsin.
Navenda Nûçeyan – Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn, li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Metna daxuyaniyê bi Kurdî ji hêla Havva Can û bi Tirkî jî ji hêla Ruken Zeryam Işik ve hat xwendin. Daxuyaniyê de bang li gelê Êlihê, jinan û parastvanên mafên mirovan hat kirin ku têkoşîna edaletê mezin bikin.
Dîmenên nû yên îşkenceyê eşkere bûn
Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda ku ji bo nexweş, astengdar, kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hatibû destpêkirin. Di lêpirsîna ku ji rayagiştî veşartî hat meşandin de ji 80’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10’an zêdetir kes jî hatin girtin.
Piştî ku biryara veşartinê hat rakirin, hûrguliyên di dosyaya ji hezaran rûpelî pêk tê hate parvekirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de bi eşkereyî tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiyê li astengdar, kal û pîran dikin. Piştî van dîmenan hinek malbatan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.
'Polîtîkayên bêcezakirinê nayên qebûlkirin'
Di daxuyaniya TJA'yê de hat destnîşankirin ku ev sûc tenê li hemberî kesan nehatine kirin û wiha hat gotin:
"Ev bûyer birîneke civakî ye ku jin, astengdar, pîr û kal çawa bi rejîmeke bêcezakirî re rû bi rû ne radixe ber çavan. Ji ber vê yekê berpirsyariya derxistina rastiyan berpirsyariya hemû civakê ye. Nobeta me ya edaletê di roja 10’emîn de ye. Ev 10 roj in em daxwaza xwe ya edaletê li kolanan mezin dikin; tu kes naxwaze û nikare rastiyan di tariyê de bihêle."
TJA’yê bal kişand ser bêdengiya rayedaran û daxuyaniyên Walîtiyê û wiha dewam kir: “Me di bûyerên Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û Rojwelat Kizmaz de jî vî helwestî dîtibû. Ev nîşan dide ku di sûcên li hember jinan de mekanîzmayên edaletê li gorî polîtîkayên şerê taybet tên meşandin.”
‘Em ê li her taxê atolyeyan avakin û li meclîsê hesab bipirsin’
TJA'yê destnîşan kir ku tu jin, zarok û astengdarên Kurd ne tenê ne û plansaziya xwe ya nû ya têkoşînê bi van gotinan parve kir:
*Ji vir pê de em ê li her taxê Êlihê ji bo jinan atolyeyan li dar bixin û jinan bixin nav têkoşîna edaletê de.
*Em ê piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk a ji bo malbatan xurttir bikin.
*Parlamenterên me yên jin dê bibin şopdarê vê bûyerê û dê li Meclîsê hesab bipirsin.
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: "Bang li gelê Êlihê, jinan, saziyên sivîl û parastvanên mafên mirovan dikin ku têkoşîna edaletê mezintir bikin; bibin dengê heqîqetê. Heya hemû faîl bên darizandin em ê dev ji nobeta xwe bernedin.”