Rapora ÎHD: Li Kurdistanê di salekê de mafê jiyanê yê 36 zarokan hatiye binpêkirin

Şaxa ÎHD’a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan” eşkere kir. Li gora raporê di nava salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hatiye binpêkirin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan” a di navbera mijdara 2023-2024’an de digire dest, li avahiya şaxê bi daxuyaniya çapemeniyê hate eşkerekirin.

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî rapor eşkere kir û bal kişand ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku 193 welatan ev peyman îmze kiriye lê di pratîkê de baş nayê bicihanîn. Berfîn Elçî, destnîşan kir ku Komîteya Mafên Zarokan a NY’ê ku peymanê dişopîne bê ka çiqas tê bicihanîn jî erka xwe baş bicih nayîne. 

Berfîn Elçî, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1990’î de peyman îmze kiriye, di sala 1995'ê de ketiye meriyetê lê ji ber ku xalên 17, 18 û 30'emîn qebûl nekiriye, zarok nikarin bi zimanê xwe mezin bibin, pêş bikevin, bi zimanê dayikê perwerde bibin û nikarin mafê xwe yê azadiya xweîfadekirinê bi kar bînin.

Berfîn Elçî anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd herî zêde bandorê li zarokan dike û wiha dom kir: “Mirin û birîndariyên ji ber madeyên teqemeniyê, wesayîtên zirxî, guleyên hêzên ewlekariyê, zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehê de dijîn, tenê çendek pirsgirêkên encama neçareseriyê ne. Lewma jî em daxwaza xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyane dîsa dubare dikin.”

‘Binpêkirinên ku zarokan jiyan kirine’

Berfîn Elçî, daneyên di raporê de cih digre parve kir. Lig ora raporê li bajarên Kurdistanê di encama kêmasî/terkexemiya fermî de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 16 zarok jî birîndar bûne. Ji van 4 zarokan yek jê ji ber wesayîta bizirx jiyana xwe ji dest daye, di encama teqîna madeyên teqemeniyê yên li herêmên mayin û pevçûnan de zarokekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi giranî birîndar bûye.

Li bajarên bakurê Kurdistanê 18 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, herî kêm zarokekî hewl daye întîhar bike, di encama tundiya nava malê de herî kêm 9 zarokan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye, herî kêm 5 zarok jî rastî îstîsmara zayendî ya nava malê hatine.

‘Herî kêm mafê jiyanê yê 36 zarokan hatiye binpê kirin’

Di encama tundiya di qada civakî de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 8 zarok birîndar bûn, herî kêm 48 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî êrişê hatin, herî kêm zarokek hatiye revandin û herî kêm mafê jiyanê yê 36 zarokan jî hatiye binpêkirin.

herî kêm 81 zarok hatine binçavkirin û ji van 21 jê hatine girtin, ji van zarokan 2 jê dema di bin çavan de, 10 jê dema li girtîgehê, 3 jê li navendên binçavkirinê û bi giştî herî kêm 15 zarok rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Li bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 4 zarok li dibistanan rastî êrişên fîzîkî hatine.