Rapirsî: Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne
Di rapirsiya ku li 16 bajaran pêk hat de ji sedî 24,5'ê beşdaran difikirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê aştiyê mîsoger bike.

Amed – Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî di navbera 22-26'ê Adarê de li 16 bajarên wekî; Amed, Riha, Dîlok, Wan, Mêrdîn, Êlih, Qers, Îdir, Mûş, Bêdlîsê lêkolîna qadê li ser rojev û tevgera hilbijêran pêk anî. Encamên rapirsiya ku bi hezar û 509 kesan re mal û rû bi rû hatiye kirin jî bi tercîhên dengdanê yên di hilbijartinên 14' Gulana 2023'an de hatin berawirdkirin.
'Banga Abdullah Ocalan'
Ji kesên beşdarî rapirsiyê bûne ji sedî 62,3 gotin ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê "Krîza aborî/bêkarî" ye, ji sedî 23,7 pirsgirêka Kurd û ji sedî 6,7 jî "dora şer û tundiyê" ye. Her wiha ji beşdaran pirsa "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de bi riya Heyeta Îmraliyê ji raya giştî re hat dayîn. Ji sedî 54,6'ê beşdaran banga Abdullah Ocalan "erênî" dîtin, rêjeya giştî ya kesên ku ew neyînî dîtin ji sedî 14,7 bû. Ji sedî 18 bersiv da ku ew "naverokê nizanin."
'Ji sedî 41,8: Abdullah Ocalan wê pirsgirêkê çareser bike'
Ji sed' 42,5 beşdaran ji bo pirsa “Hûn bawer dikin ku banga Ocalan dikare Aştiyê bîne Tirkiyeyê?” bersiva "Erê", ji sedî 21,9 bersiva "Na", ji sedî 18 "Qismî" û ji sedî 17.7 "ez naveroka bangê nizanim" dan.
'Mafê hêviyê'
“Hûn pêşniyar dikin ku ji van rêkeftinên jêrîn kîjan pêk were da ku pêvajoya aştiyê ya nû dest pê kiriye bi rengekî saxlem were meşandin?" Pirs hat kirin. Li gorî vê yekê, bersivên ku hatine dayîn wiha ne:
* Rêziknameya guherîna Qanûna Îdamê: Ji sedî 65 “Erê”, ji sedî 13 “Na”, ji sedî 22 “Bêbiryar”
*Rêziknameya Betalkirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê: Ji sedî 60,4 “Erê”, ji sedî 17,8 “Na”, ji sedî 21,9 “Bêbiryar”
* Rêziknameya berdana girtiyên nexweş: Ji sedî 68,5 “Erê”, ji sedî 13,3 “Na”, ji sedî 18,2 “Bêbiryar”
* Rêziknameya serbestberdana bê şert û merc a girtiyên ku cezayê wan qediyaye: Ji sedî 66,7 “Erê”, ji sedî 14,3 “Na”, ji sedî 19 “Bêbiryar”
* Rêziknameya li ser naskirina qanûnî ya Mafê Hêviyê: Ji sedî 68,9 “Erê”, ji sedî 12,6 “Na”, ji sedî 18,5 “Bêbiryar”
* Rêziknameya li ser dayîna garantiya qanûnî ji bo kesên pêvajoyê dimeşînin: ji sedî 66,7 “Erê”, ji sedî 12,6 “Na”, ji sedî 20,7 “Bêbiryar”
* Bidawîkirina serîlêdanên qeyûman: Ji sedî 71,2 “Erê”, ji sedî 12,7 “Na”, ji sedî 16,2 “Bêbiryar”
* Guhertina efûya giştî: Ji sedî 60,4 “Erê”, ji sedî 19,5 “Na”, ji sedî 20,1 “Bêbiryar”
‘Divê dev ji zimanê kînê bê berdani’
Beşdarên rapirsê bersiva pirsa ku “Ji bo helwldanên ji bo lêgerîna aştiya civakê bi ser bikeve, li gorî we divê destpêkê çi were kirin?” Ji sedî 35,1 gotin ‘bila efû derbikeve’, ji sedî 26,7 gotin ‘bila şer û operasyon bisekinin’ ji sedî 20,6 gotin ‘bila siyasetmedar dev ji zimanê kînê berdin.’
Lihevkirina bajaran hat pirsîn
Careke din ji beşdarên rapirsê, pirsa “Hûn operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û bajarên din çawa dinirxînin” hat kirin. Ên ku bersivên vê pirsê dane ji sedî 60’ê bersiva ‘Neyênî’, ji sedî 11,2 bersiva ‘erênî’ dan. Beşdaran jî bersiva pirsa ku ‘Operasyonên bi hinceta lihevkirina bajaran û Kongreya Gelan a Demokratîk hûn difikirin ku wê çawa bandor li pêvajoya aştiyê bike?’ ji sedî 59,6 bersiva ‘neyînî’ ji sedî 10,5 bersiva ‘erênî’ dan.
Berbijêrên AKP’ê ji edaletê bawer nakin
Di rapirsiya ku ji sedî 75,8’ê beşdar bûne diyar kirin ku “Li Tirkiye, asta azadiya fikir, îfade û çapemeniyê xirab e” yên ku beşdarî rapirsê bûne û deng didin partiya desthilatdarî AKP’ê bi giştî ji sedî 54,6 bersiva pirsa ‘asta azadiya fikir, îfade û çapemeniyê’xirab e dan. Careke din koma lêkolînê tenê ji sedî 6,2 diyar kirin ku baweriya wan bi pergala edaletê ya li Tirkiyeyê tê. Ji sedî 54,1’ê ku deng dane AKP’ê diyar kirin ku bawer nakin.
Di DEM Partiyê de zêdebûn
Di rapirsiyê de pirsa “Di hilbijartina giştî di 14’ê Gulana 2023’an de we deng dabû kîjan partiyê?” hat pirsîn. Li gorî vê beşdarên rapirsê gotin ji sedî 49,3 deng dane YPS/HDP, ji sedî 25,2 AKP, ji sedî 8,7 CHP, ji sedî 7,4 got ‘me deng neda’, ji sedî 4,5 YRP, ji sedî 3,4 MHP, ji sedî 1,2 ÎYÎ Partî, ji sedî 0,3 Partiya ZAFER. Careke din pirs ji heman beşdaran hat kirin ku ‘ger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn ê deng bidin kîjan partiyê? Hat pirsîn. Beşdaran ev bersiv da; ji sedî 51,2 DEM Partî, ji sedî 15,7 AKP, ji sedî 8,7 bê biryar, ji sedî 7,7 ez deng bi kar naynim, ji sedî 7,3 CHP, ji sedî 4,5 YRP, ji sedî 3,2 MHP, ji sedî 0,6 ÎYÎ Partî, ji sedî 0,4 HUDA-PAR, ji sedî 0,4 Partiya SAADET, ji sedî 0,3 Partiya ZAFER, ji sedî 0,2 TÎP.
Ji 2023’an heta niha AKP 9,5 puan bi paş ket, zêdebûna DEM Partî ya 1,9 bal kişand.