Ramyar Tahir el-Haddad di salvegera 90’emîn de hat bibîranîn
Navenda Lêkolînên Jinan, Dokumantasyon û Medyayê “Kredîf” li Tûnisê, ramyar Tahir el-Haddad di salvegera 90’emîn de bi bîr anî.
Tûnis – Aktivîstên jin ên Tûnisî, bang kirin ku divê mirov ji ramanên ronî yên Tahir el-Haddad ê ji salên, 1930’yan ve di gelek mijaran de jinan diparast, ramyarek ji serdema xwe pir pêşketîtir bû, sûdê bigre. Haddad digot ku dema civak azad bibe dê jin jî azad bibin.
Di civakên ku serdestiya mêr li wan zêde ye de; kesên ku mafên jinan diparêzin û li dijî rêgezên kevneşopî derdikevin, bi berxwedana derdorên muhafezekar re hevrû dibin derketin holê. Van kesan, mijara jinan weke meseleyek duyem nedîtin, weke gava yekem a ji nûve avakirina civakê nirxandin. Di navbera van kesan de Tahir el-Haddad yek ji kesên pêşeng e.
Navenda Lêkolînên Jinan, Dokumantasyon û Medyayê “Kredîf” 6’ê Kanûnê roja Înê, reformîstê civakê û ramyar Tahir el-Haddad di salvegera 90’emîn de bi bîr anî. Haddad, ji salên 1930’yan pê ve li Tûnisê parêzvaniya mafên jinan kir û bi xebatên xwe yên di vî warî de derket pêş.
Tevî rastî bertekan hat jî daxwazên reformist pêşkêş kir
Di panela ku aktivîst, nivîskar û Wezîra Malbat û Jinan Esma Cabbarî beşdar bûbû de, behsa Haddad hat kirin û bal kişandin ser rola wê û hat gotin ku ew di pêvajoya azadiya civakî de bûye referansek entellektuel. Haddad, di wê pêvajoyê de tevî ku rastî gelek rexneyan hatibû jî; bi daxwazên qedexekirina pirzewaciyê, destekdayîna perwerdeya jinan û wekheviya zayenda civakî derketibû pêş.
Beşdarên panelê diyar kirin ku ew nêzikahiya Haddad a “heta ku civak azad nebe jin azad nabin” rast dibînin û diyar kirin ku armanca wî ew bûye civakek nûjen a xwedî perwerde, tendirustî û mafên jinan tên esasgirtin were avakirin.
Dîrektora Kredîfê Soniya bin Cemîa, bal kişand ser girîngiya zanîna entellektuel a Haddad û gotin ku divê ev yek ji nû ve din ava dînamîzma netweyî civakî-dîrokî de were nirxandin. Her wiha da zanîn ku armanca wan bi panelê ew e ku; desteka mêran a di tevahiya dîrokê de ji bo jinan dane vebêjin û ramanên Haddad, bi pêvajoya tekoşîna ji bo edaleta civakî û neteweyî re girê bidin.
Bi şîrove û armancên nû yên ku li şerîetê zêde kir bertekên aliyên muhafezekar girt
Nivîskar Celîle Trîtrî, Tahir el-Haddad weke îkonek ji Tûnis û tevgera jinên Ereb bi nav kir û got ku bi pirtûka xwe ya bi navê “Jin, Şerîet û civak” di salên 1930’yan de nîqaşên mezin çêkiriye, bi şîrove û armancên nû yên ku li şerîetê zêde kir, bû sedema bertekên aliyên muhafezekar ên ku zanîn û şîreveyên olî di tekela xwe de digirtin.
Celîle Trîtrî, diyar kir ku daxwazên Haddad maqûl bûn, da zanîn ku bi perwerde û mafên xwe jin ji xizanî û îstîsmarê tên parastin û got: “Tehekuma mêr a li ser jinan ne li gorî şerîetê ne jî aqil e. Bêguman em bi ramyarên xwe pir şanaz in lê divê em hewldanên wan ji nû ve binirxînin û bi ronahiya belgeyên nû xebatên wan lêkolîn bikin.”
‘Têkiliya ramana Haddad bi berhema Aişe et-Teymuriye ya bi navê “Aynad’t-Teammul re heye’
Celîle Trîtrî diyar kir ku ramanên Haddad bi tevgera reformê re yek e û bi bîr xist ku beriya Haddad Abdulazîz Salibî û di sedsala 19’an de rojnameger Muhammed Belhuce mijara jinan anîne rojevê, parastine, perwerdeya zarokên keçik, xebata jinan û beşdariya wan a nava civakê de bûne peşeng. Her wiha bal kişand ku mirov dikare ramana Haddad, li Misrê bi berhema Aişe et-Teymuriye ya bi navê “Aynad’t-Teammul” ku bû sedema tevgera reformê re têkildar bike û got ku ew gotinên kesên ku vê yekê bi Qasim Emîn ve girê didin kêm dibînin.
Hîndekara zanîngehê Îbtîsam bin Hafsiye, diyar kir ku parêzvanê yekem ê jinan li Tûnisê Haddad nîn e; beriya wî Îbn Ebî Diyaf, Xeyreddîn Paşa û Salim Buhaceb hebûne lê Heddad li gorî wan bi awayekî cesûrtir, projeyeke reformê pêşkêş kiriye lê ev yek ji aliyê giregirên wê demê yên makezagonê ve hatiye redkirin.
‘Haddad bingeha nûbûnên li Tûnisê ava kir’
Îbtîsam bin Hafsiye diyar kir ku dewleta modern, projeya Haddad ji zagona rewşa kesane de pejirandiye lê diyarî wî nekiriye û got ku Haddad bingeha nûbûnên ku jinên Tûnisê li welatên Ereb îstîsna kiriye avêtiye.
Îbtîsam bin Hafsiye, diyar kir ku divê di roja me de bi analîzkirina aloziyên ku Tûnis dijî, projeya Haddad ji nû ve were xwendin û got ku fiksên Haddad ên der barê wekhevî, mîras û daraza medenî de hê jî dikarin werin pêkanîn lewre ev yek ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên heyî xwedî bingeh e.