Rama Zein a Suweydayî behsa komkujiya HTŞ’ê ya cîhadîst kir

Rama Zein a Suweydayî ku ji komkujiya HTŞ’ê ya li Xaniyên Mêvanan ên Cebel El-Druz bi saxî filitiye, dibêje ku xortek li ber çavê wênhatiye gulebarankirin, xwîna wî bi lingê wê de rijiyaye.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Xaniyê mêvanan li Suweyda xwedî girîngiyeke sembolîk a diyarkirî ye. Dibe ku ev yek bûye sedem ku di Tîrmeha borî de ji aliyê çeteyên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve were hedefgirtin. Komkujî li dijî kesên di hundirê xaniyê mêvanan ê El-Bedr de qewimî.

Xaniyê mêvanan ji sembola mêvanperweriyê veguherî cihekî komkujiyê. Kesên şahidiya komkujiyê kirine dibêjin: “Li şûna qehweyê de xwîn diherikî û li şûna bêhna xweş de bêhna mirinê belav dibû. Li vê cihê ku mêvan lê dihatin rûmetdarkirin, mirovahî dihat şermezarkirin, bêguneh dihatin kuştin û binpêkirinên ku nayên efûkirin dihatin kirin.”

Destpêka dagirkeriyê 15'ê Tîrmehê

Rama Zein ku yek ji kesên ku ji vê bûyerê rizgar bûne ye, bi çavên xwe şahidiya serpêhatiya ku bi serê kesên di xaniyê mêvanan de hatiye, kir. Rama Zein ragihand ku 4 zilamên bi cilên reş ên meydanî yên ku logoya Wezareta Navxweyî ya rêveberiya demkî li ser wan bû, êrîşî avahiya ku ew lê dima kirine. Rama da zanîn ku xortên malbatê neçar kirine ku çok bidin û wiha got: “ Berê çekên xwe dan ser me. Du ji efseran bi zor vîdyoyek kişandin, ku tê de xuya dike qaşo efser ‘ewlehî û aramiyê peyda dikin’ lê di rastiyê de dîmen tijî çavtirsandin û şermezarkirin bû.”

Komkujiya Mezin a 16'ê Tîrmehê

Wek ku Rama Zein eşkere kir roja din zêdetirî 30 çeteyên ku piraniya wan ne Sûrî bûn, cilên kamuflaj û nîşanên olî û bandanayên sor li xwe kiribûn, êrîşî mala ku ew bi 14 jin û 4 xortên din re lê dima, kirine. Rama Zein ev agahî dan: “Çeteyan li mêran xistin û heqaret li wan kirin, telefon, zêr û pereyên jinan dizîn û berî ku dest deynin ser telefonên wan, lêgerîn kirin. Çeteyan ez neçar kirim ku xwe bavêjim erdê û min dît ku yek ji mexdûran li ber çavên min hat gulebarankirin. Xwîna wî bi ser lingên min de dirijiyan.  Ev dîmen tu car nayê jibîrkirin.”

‘Bi heqaret nêzî gel dibûn’

Rama da zanîn ku neçar maye li ser derenceyan raweste û wiha got: “Ji ber ku çeteyan klîpek din dikişandin ku tê de xortek piştî ku simbilên wî qut kirin, neçar dimîne ku hevokên heqaretkar dubare bike. Dîmenek ku asta heqaretê ya ku sivîl pê re rûbirû mane, nîşan dide. Di rê de, agir bi mala cîranan ket û xortekî bi navê Omer berî ku mala wî bi tevahî were teqandin, hate gulebarankirin. Kolan tijî cenaze bûn. Nêzî heft cenazeyan li ser rê bûn, berî ku li baregeheke girêdayî cîhadîstên HTŞ'ê li Suweydayê werin girtin.”

Girtinên di hundirê salona dawetê de

Ew kom di hundirê saloneke dawetê ku ji 3 beşan pêk dihat de, hatin girtin. Ronahî bi awayekî şermîner dihat bikaranîn. Ji bo mêran kêm dibû û tenê li ser jinan di nav nihêrtinên bêehlaq û tacîza berdewam de, dibiriqî. Di nav 4 seatên girtina wan de, rastî lêpirsînên dubarekirî hatin, dersên olî yên tundrew hatin dayîn, bi tohmeta kufrê hatin tawanbarkirin û bangên ji bo tunekirina mezhebên din hatin kirin.

Vekişîn û dîmenên trajîk ên ku hatine jiyîn

Rama Zein da zanîn ku saet 10'ê şevê ji girtiyan re hat ragihandin ku erk temam bûye û Firqeya 44'emîn dê dest bi kar bike. Lê nîv saet şûnda, fermanek ji bo vekişîna tevahî ji Suweydayê hat wergirtin. Rama Zein axaftina xwe wiha domand: “Em heya sibeha 17'ê Tîrmehê li wir man, li wir em beşdarî veşartina cenazeyên ku ji hêla polîsên leşkerî ve li çerxerêya darvekirinê û bazara sebzeyan hatibûn belavkirin, bûn. Hejmara cenazeyan bi qasî 70 kesan dihat texmînkirin.”

Rama Zein dîmenek kişand ku cenazeyên li ber xaniyê mêvanan belge dikir û destnîşan kir ku di nav cenazeyan de du kesên zindî hebûn ku xwe wek mirî nîşan didan ji bo ku neyên kuştin. Ev dîmenek ku tirs û wêraniyê vedihewînê ye.

Rama Zein da zanîn ku cenaze bi awayekî tirsnak jî hatine perçekirin, dikan bi tevahî şewitîne û teqîn gihîştine her goşeyekê. Rewş heta radeyekê trajîk bû ku hişê mirov nikare tehemûl bike.

Êrîşên li ser Durziyan, şopên bêhempa hiştin. Wêranî ne tenê fîzîkî bû, psîkolojîk û manewî jî bû, ji ber ku bajar veguherî dîmenek bê jiyan û ne layiqî rûmeta mirovan.