Rageşiya leşkerî zêde dibe lê Îran destê xwe li ser welêt teng dike

Îran ligel rageşiya leşkerî ya berdewam a li herêmê, pêlek nû ya rageşiya navxweyî jî dibîne. Rêxistineke mafên mirovan ragihand ku rayedarên Îranê kampanyayeke girtinê ya berfireh dimeşînin ku bandorê li bi sedan kesan dike.

Navenda Nûçeyan – Rêxistinên mafên mirovan hişyarî dan ku rayedarên Îranê şer bikar tînin da ku kontrola xwe li ser welêt xurt bikin û dengên nerazî bitepisînin. Rêxistineke mafên mirovan duh ragihand ku rayedarên Îranê bi tohmetên têkildarî zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Îran ji aliyekî ve û Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ji aliyê din ve, li gelek bajaran kampanyayeke girtinê ya berfireh dimeşînin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), kesên ku hatine girtin bi tohmetên cûrbecûr têne darizandin, ji sîxurî û weşandina naverokê bi rêya torên civakî yên virtual bigie heya dayîna agahdariyê ji medyaya biyanî re û her weha tohmetên têkildarî têkdana pergala giştî. Ajansê diyar kir ku paytext Tehran bajarê herî zêde ji kampanyayê bandor bûye bû, ku herî kêm 195 kes lê hatine girtin. Di vê mijarê de, servîsa îstîxbarata Pasvanên Şoreşê girtina 10 kesan ji ber "fîlmkirina cihên ku êrîş lê hatine kirin û şandina dîmenan ji dezgehên medyayê yên li derveyî welêt" ragihand.

 Medyaya dewletê dîmenên vîdyoyî yên girtiyan weşand, ku rêxistinên mafên mirovan wekî "îtîrafên ku di bin zextê de hatine wergirtin" bi nav kirin. Ev yek bi daxuyaniyên medyayê yên nakok ên weşangerekî Îranî re hevdem bû ku gef xwar û got "her kesê ku hewl dide ji rewşa ewlehiyê ya heyî sûd werbigre, bigirî", hem li hundir û hem jî li derveyî welêt. Endama Navenda Mafên Mirovan a Îranê Bahar Xandaharî, diyar kir ku rayedarên Îranî "atmosfera şer bikar tînin da ku zexta ewlehiyê zêde bikin", rexnegiran wekî "dijminên dewletê" bi nav dikin û dijberiyê bi sîxuriyê re wekhev dikin, bi vî rengî bingehek siyasî peyda dikin da ku "pratîkên tepeserkirinê yên berbelav bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî" rewa bikin. Ev pêşketin di çarçoveya şerekî potansiyel ê DYA-Îsraîl-Îranê de diqewimin ku piştî hefteyên xwepêşandanên berfireh li welêt derket holê, ku di encamê de bi hezaran kes mirin û bi deh hezaran kes girtin.

Ji 28’ê Sibatê vir ve, Rojhilata Navîn şahidiya zêdebûnek leşkerî ya bêhempa kiriye, ku ji hêla êrîşên Îsraîl û Amerîkî li ser axa Îranê ve tê temsîlkirin û bi sedan kes kuştine. Tehranê bi avêtina mûşek û dronan ber bi Îsraîlê ve û her weha hedefgirtina baregeh û tesîsên Amerîkî li welatên Erebî, bersiv da. Gelek welatan ev êrîş şermezar kirin û daxwaza rawestandina tavilê ya aloziyê kirin.

Li gorî amarên dawî, êrîşên DYA-Îsraîl yên li ser Îranê bûne sedema mirina herî kêm hezar û 332 kesan. Rêxistinên mafên mirovan her wiha radighînin ku di neh mehên pêşîn ên sala 2025’an de li Îranê zêdetirî 1000 darvekirin pêk hatine, ku ev hejmar di sî salên dawî de herî zêde hatiye tomarkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vê zêdebûnê wekî "asta tirsnak" bi nav kir.