Radyoya Begum dê weşana xwe bidomîne

Radyo Begum piştî ku Talîban ragihand ku rawestandina weşana radyoyê rakiriye, wê weşana xwe ji nû ve dest pê bike.

Navenda Nûçeyan – Li Efganîstanê polîtîkayên zextê yên hikûmeta Talîbanê yên li ser jinan berdewam dikin, girtina Radyoya Begum a ku li welat tenê jin tê de kar dike mînaka herî dawî ya van zextan e.

Wezareta Ragihandin û Çandê ya Talîbanê di daxuyaniyekê de ku şeva şemiya borî belav kir, ragihand ku Radyoya Begum "çend caran daxwaz kiriye" ku xebatên xwe ji nû ve dest pê bike û piştî rawestandina biryara sekinandina radyoyê wê ji nû ve dest bi xebatên xwe bike.