QSD: Tevî agirbestê jî êrîşên çeteyên HTŞ’ê didomin
QSD’ê, ragihand ku tevî agirbestê jî çeteyên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê êrîşên xwe li dijî gundewarên Kobanê, girtîgeha Eqtan a Reqayê û Hesekê berdewam dikin û got: “Duh jî wan koman 22 car agirbest binpê kirin.”
Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), daxuyaniyek da û ragihand ku çeteyên rêveberiya demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk bi tank û topan êrîşeke dijwar li dijî gundewarên Kobanê, girtîgeha Eqtan a Reqayê û Hesekê pêk tînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevî agirbestê jî komên Şamê êrîşên li dijî herêmên Kobanê û girtîgeha Eqtan a Reqayê berdewam dikin. Hemwextî êrîş û topbaranên li dijî girtîgeha Eqtan a ku tê de endamên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst hene, komên Şamê bi çekên giran û topan êrîşê derdora bajarokê Sirînê û gundê Xiros ê başûrê Kobanê dikin. Her wiha tevahî gundewarên başûr û başûr rojavayê Kobanê tên topbarankirin û heta kêliya amadekirina vê daxuyaniyê topbaran û êrîş berdewam dikin.”
Bi daxuyaniyê re, dîmenên ku wan koman bi xwe parve kirine ku deverên başûrê Kobanê topbaran dikin, hatin parvekirin.
Daxuyanî wiha domiya: “Ev du roj e agirbest tê binpêkirin. Duh jî 22 binpêkirinên ku wan koman li deverên Kobanê, Hesekê û girtîgeha Eqtan kirine hatin belgekirin.
Bi êrîşên leşkerî, Şam siyaseta cezakirina komî bi riya qutkirina avê ji ser bajarê Kobanê, qedexeya derbaskirina sotemeniyê di van şert û mercên zivistanê de berdewam dike. Di heman demê de qutkirina avê li ser girtîgeha Eqtan a Reqayê berdewam dike. Ev jî gefa rasterast li jiyana girtiyan dixwe û nîşaneya bandorên mirovî yên xeternak e.
Şam berpirsê tevahî binpêkirinan e. Em diyar dikin ku berdewama êrîşên li dijî deverên şêniyan û avahiyan weke cihên girtina endamên rêxistina DAIŞˊê gefên xeternak in. Em bang li aliyên garantor dikin ku tedbîrên demildest û aktîf ji bo rawestandina van binpêikirinan pêk bînin û pabendbûna peymana agirbestê misoger bikin."