QSD: Girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket

QSD’ê, têkildarî Girtîgeha Şedadê daxuyaniyek da û got: “Komên Şamê êrişî girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ya bi hezaran çeteyên DAIŞˊê lê hene dikin, şervanên QSDˊê gelek caran êrişên wan têk birine, lê girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket.”

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola şervanên QSDˊê derketiye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji saetên sibehê ve komên Şamê bi awayekî dijwarî êrişî girtîgeha Şedadê ya ku tê de bi hezaran endamên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst hene dikin.

Şervanên QSDˊê bersiva van êrişan didin û gelek caran ew êriş têk birin. Ji bo karesateke ewlehî çênebe bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.

Tevî ku girtîgeha Şedadê 2 kîlometre ji baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê ve dûr e, lê gel bangên dubare baregehê destwerdan nekir.

Em ji raya giştî re dibêjin ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket."