QSD’ê ji kampa Holê vekişiya

QSD’ê ragihand ku ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, ew neçar in hêzên xwe ji kampê vekişînin.

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

‘Hêzên me neçar in ji kampê vekişin’

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û ji ber ku civaka navneteweyî berpirsyariya xwe li hemberî çareserkirina vê dosyaya xeternak pêk nayîne, hêzên me neçar in ji kampê vekişin û li derdora bajarên bakurê Sûriyeyê bibin ku bi xetere û gefên zêde rû bi rû ye."