Qeyûmê Mala Jinê ya Kardelenê xesp kir petekan jî jê kiriye

Mala Jinê ya Kardelenê ya girêdayî Şaredariya Rezanê piştî hilbijartinê ji aliyê qeyûmê ve hatiye xespkirin û ji kursiyan heta sarincê hemû tişt hatine desteserkirin. 6 yekîneyên jinan ên girêdayî şaredariyê jî bi heman awayî hatin texrîbkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Bi bidawîbûna hilbijartinên xwecihî re texrîbatên ku qeyûmên tayînî şaredariyan bûne çêkirine, yek bi yek derdikeve holê. Derket holê ku xebatkarên qeyûm ên li Şaredariya Navçeya Rezana Amedê saziyên jinan ên aydê şaredariyê talan kirine. Hat hînbûn ku 6 yekîneyên jinan ên girêdayî Midûriyeta Jinan û Xizmetên Malbatê jî piştî hilbijartinê hatin valakirin. Sarinc, sebîlxane û bi dehan kompîturên navendên jinan hatin xespkirin, li Mala Jinê ya Kardelenê petekên kalorîferê jî hatin jêkirin.

Li navçeya navendî ya Amedê Rezanê, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku namzedê hevşaredariya HDP'ê Zeyyat Ceylan bi KHK’ê ji peywirê hatiye girtin, mazbataya wî dabû namzedê AKP’ê yê ji sedî 20 dengan girt. Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM), îsal Şaredariya Rezanê ku yek ji yekemîn şaredariyên ku qeyûm hat tayînkirin, bi rêjeyeke mezin a dengan paşve girt. Hevşaredarên ku bi girtina mazbatayên xwe dest bi xebatên xwe kirin, der barê saziyên jinan de jî lêkolînek dan destpêkirin.

Di van saziyên ku girêdayî Midûriyeta Jinan û Xizmetên Malbatê ya Şaredariyê bûn de, ji aliyê rêveberiya qeyûm ve kursên Quranê, kursên kuaforî, kreş, kursên çêkirina xwarinê û perwerdeya gasîtî dihat dayîn. Saziyên ku piştî hilbijartinan xebatkar jî terikandin, bi awayekî vala hatin hiştin. Nayê zanîn ku eşya birine li ku, Midûriyeta Jinan a Şaredariyê ji nû ve dest bi xebatên xwe yên li saziyan dike. Jinên ku hewl didin hem ji bo jinan, hem jî ji bo zarokan qadên paqîjtir ava bikin bênavber dixebitin, dan zanîn ku di demeke pir nêz de wê kursên di bin banê şaredariyê de aktîf bikin.

‘Texrîbateke pir cidî ye’

Koordînatora Mala Jinê ya Kardelenê Emîne Baştaş der barê pêvajoyê de agahiyan da, bal kişand ku di tevahiya 5 salan de li hemû saziyan beyî nêrîna jinan xebat hatine meşandin. Emîne Baştaş, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Min di sala 2011’an de li Şaredariya Rezanê dest bi kar kir. Ez li Mala Jinê ya Kardelenê weke koordînator dixebitîm. Piştî hilbijartinê ez û hevalên min ên xebatê sirgûnê qadên cuda yên xebatê hatin kirin. Di van 5 salan de hem di qada jinê û hem jî saziyên jinan de texrîbatên pir cidî çêbûn. Me bi salên dirêj ji bo saziyên jinan kedek mezin da. Lê belê dema ku em piştî hilbijartinan hatin li vir û me li saziyan nihêrî, me dît ku xebatên ji nêrîna jinan dûr hatine meşandin.”

'Kursiyên şikestî jî birine'

Emîne Baştaş, der barê texrîbata li saziyan çêbûye de wiha got: “Hemû eşyayên ku berê me ji bo saziyan kirîbû birine. Li vir odeyek me ya kompîtorê hebû. Dîsa klîmayên me hebûn. Piştî hilbijartinê li 6 yekîneyên me yên li bajêr talaneke mezin pêk hatiye. Em niha li Mala Jinê ya Kardelenê ne. Li vir ji sarincê bigre heta petekan, sebîlxanê, boyax û kursiyan hemû tiştan birine. Gava cara ewil hevalên me hatin vê derê, ji malên xwe klîma anîn û li vir rûniştin. Li vir kursiyên şikestî jî birine. Em ê ji rêveberiyê mase û kursiyan bînin û dest bi xebatên xwe yên li vir bikin.”

'Em ê ji nû ve dest bi xebatên xwe bikin'

Emîne Baştaş a diyar kir ku ew ê di demek herî kurt de texrîbetên heyî temîr bikin û dest bi xebatên xwe bikin, wiha got: “Di odeyek zarokan de 5-6 mamoste mane. Em fêr bûn ku gelek kurs hebûne lê hejmarek pir kêm kursan xebat meşandine. Bêguman şêwaz û mewzûata xebata qeyûman, ji nêrîna me ya jinan pir dûr e. Di van saziyan de bi personeşên ku ji hişmendiya jinan pir dûr in re xebat meşandine. Wê hemû xebatên me li ser bingeha jin û zarokan bên meşandin. Em ê bi hevalên xwe yên xwedî tecrube û yên perwerdekirî re dest bi xebatên xwe bikin.”