Qeyrana mirovî ya li Xezayê kûrtir dibe
Ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ya li dijî Xezayê, rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Êrîşên hewayî dibe sedema mirina bi hezaran kesan û ji ber astengkirina sotemeniyê ya li nexweşxaneyan, xizmetên tenduristiyê hatine rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Operasyonên hêzên Îsraîlê ên li dijî dagirkirina tevahî ya bajarê Xezayê didome. Ev yek li heremê dibe sedema qeyranekî mirovî ya mezin. rîzeke mezin a mirovî li herêmê diqewime. Îsraîlê him êrîşên xwe yên bejayî berfireh dike û him jî êrîşên hewayî dijwartir dike. Hate ragihandin ku îro herî kêm 37 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, di topbarana dijî konekî koçberan a li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ya Xezayê de, 3 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dane.
‘Em bi karesateke cidî ya tenduristî û mirovî re rû bi rû ne’
Hêzên Îsraîlê, ji bo niştecihên Xezayê tehliyeya herêmên başur bibin, "rêya derbasbûna demkî” vekir, lê rewşa tenduristiyê roj bi roj xirabtir dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, diyar kir sotemeniya ku ji bo xebitandina jeneratorên nexweşxaneyan hewcedike hatiye astengkirin û ev yek jî dibe ku xizmetên tenduristiyê rawestîne. Her wiha hate ragihandin ku stasyonên oksîjenê û ambulans jî bandor bûne û ev yek jî xetereyek girîng a karesatek tenduristiyê avadike.
Zêdetirê 140 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Berpirsê Mafên Zarokan ê UNICEF’ê, diyar kir ku 500 hezar zarok ên li Xezayê ji ber şer trawmayên giran dijîn û tehliyekirina wan zarokan dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku kampên penaberan ên li başûr qerebalix û ne ewle, ji bo zarokan ne vebijarkek guncaw e. hate diyar kirin ji ber ku rewşa li herêmê pir xirabe, hin penaber vegeriyane herêmên ku ji hêla êrîşên hewayî ve tên hedefgirtin. Berpirs, wiha got: "Hin zarok dema li kampa Muwasî, hewl didan avê dikşînin, hatin qetilkirin.”
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji 14’ê Tebaxê û vir ve zêdetirî 140 hezar kes ji Xezayê reviyane. Lêbelê, pevçûnên domdar û alîkariya mirovî ya sînorkirî, rewşa li herêmê hîn zehmetir dike.