Qeyrana mirovî ya li El-Faşêrê roj bi roj kûrtir dibe
Qeyrana mirovî li El-Faşêrê ya li Sûdanê, ji ber bombebarana dijwar û hilweşîna xizmetên tenduristiyê kûrtir dibe. NY, balkişand li ser birçîbûnê ku gef li jiyana bi mîlyonan kesan dixwe.

Navenda Nûçeyan – Sûdan piştî pevçûna ku di Nîsana 2023’an de dest pê kir, bi qeyranekî mirovî ya nehatiye dîtin re rû bi rû ye. Binesazî û xizmetên bingehîn hilweşiyane û ji ber lêgerîna xurek, derman û avê û zêdebûna pevçûnên li bajarê El-Faşêrê, koçberiya girseyî jî zêde bûye.
Berdevka Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya 16’ê Îlonê de diyar kir ku rewşa mirovî ya li Sûdanê bi lez û bez xirabtir dibe û ragihand ku di rojên dawî de di encama bombebaranên dijwar ên li bajarê El-Faşêrê de herî kêm 6 sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar kirine û pêlek mezin a koçberiyê destpêkiriye.
Berdevk, ragihand ku hilweşîna xizmetên bngehîn ên li El-Faşêrê gefek mezin diafirîne û li hemû nexweşxaneyan xizmet hatine rawestandin. Hate destnîşan krin ku yên herî bêparastin bi birçîbûnek giran û şert û mercên nebaş re rû bi rû ne û banga Neteweyên Yekbûyî ya bidawîkirina pevçûnan dubare kir.
Ji ber lehiyê zêdetirî 4 hezar kes koçber bûn
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, baranên giran û lehiyên ji nişka ve bûye sedema koçberbûna bi hezaran kesan û hilweşandina bi hezaran xaniyan. Tenê di nava rojekî de li eyaleta Cezîrê zêdetirî 4 hezar kes koçber bûn û 550 xanî jî hilweşiyan. Ev yek jî pêdiviya stargehbûn û alîkariya bingehîn du qat zêdetir kir. her wiha di raporê de hate diyar kirin ku di mehên dawî de zêdetirê 800 kes vegeriyan malên xwe, lê ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe hewceyê alîkariya lezgîn in.
Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî ,destnîşan kir ku pevçûnên li Sûdanê 25 milyon kesan ango nêzî nîvê nifûsê, bi birçîbûnek giran re rû bi rû dihêle û kêmbûna fînansmanê cara yekem bernameyê neçar kir ku piştgiriya xwe ji herêmên xwe gihandiye bikşîne.