‘Qeyrana avê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye’
Hevserokên bi foruma ku lidarxistin bal kişandin ser pirsgirêka avê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve qûtkirina avê bandorek neyînî li jiyanê dike û gotin: “Qeyrana avê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, bi sernavê “Av li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehmetiyan de” 31’ê Tebaxê forumek li dar xist. Hevseroka Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Murad û Hevseroka Gerînendehiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo der barê zehmetî avê li herêmê û rola jinan a di peydakirin û têkoşîna li hemberî qeyrana avê, ji ajansa me nirxandin kirin.
Hevseroka Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Murad tekez kir ku armanc bi lidarxistina forumê ew bû ku bi nîqaşan rê li ber çareseriya pirsgirêka avê were vekirin û wiha anî ziman: “Di vê hefteya ku cîhan tevahî bi wesîleya roja avê pîrozbahiyan li dar dixe, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeyrana avê heye. Bêguman pirsgirêka avê bandorek neyînî li ser însan, lawir û xwezayê jî dike. Li Sûriyeyê krîza avê weke jêdera krîzên din tê pênasekirin. Armanc bi polîtîkayên ku bi riya avê tên kirin ew e ku herêma me bê ruh bikin, ji ber ku her tişt bi avê zindî dibe.”
‘Dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê ruh bikin’
Stêra Murad bal kişand ser qutkirina ava Stasyona Elok ku wekî çekekî li dijî îradeya gelê herêmê tê bikaranîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker Stasyona Elok wekî çekek li dijî têkoşîn û îrdaye gelê herêmê bi kar tîne. Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî koçberên di bin konan li dijî planên qirkirinê hewl didin bibin bersiv. Ji bo ku em bikaribin pirsgirêka avê çareser bikin pêwist e projeyên me yên stratejîk hebin. Weke projeya kişandina avê ji çemê Dîcle û Firatê. Bi rastî em dixwazin rêxistinên mirovî alîkariyê ji bo berdewamkirina vê projeyê pêşkêş bikin da ku jiyana mirovan, xweza û lawiran zindî bibe.”
‘Gelek alî ji vê qeyrana avê berpirsyar in’
Stêr Murad destnîşan kir ku di qeyrana avê de jin rastî gelek zehmetiyan tên, li hemberî wê têkoşînek dîrokî dimeşînin û wiha berdewam kir: “Em baş dizanin jin herî zêde zehmetiyan di peydakirina avê de ji bo malbat û zarokên xwe re dikşînin. Em dibînin çawa bi rê û rêbazên herî zehmet avê dikşînin mala xwe, têkoşîna jinan di vê pêvajoyê de tekoşînek pîroz e û pêwist e civak bizanibe armanca Tirkiyeyê bi qutkirina avê çi ye? Di aliyekî din de li herêma me gelek nexweşî derketin ji ber tunebûna avê. Ji vê yekê dewletên navneteweyî, dewleta Tirk û rêveberiya demkî ya Şamê berpirsyar in.”
Pirsgirêkek kûrewî
Hevseroka Gerînendehiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo diyar kir ku pirsgirêka avê, pirsgirêka hemû cîhanê ye û pêwist e her kes ji bo qeyrana avê helwesta xwe nîşan bide û para Sûriyeyê ji avê were dayîn. Bêrîvan Silo wiha got: “Em dixwazin bi riya vê forumê rastiya avê û zehmetiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikşîne ji raya giştî re were ragihandin. Ev nêzî 6 salan e rewşa avê li herêmê her diçe xirabtir dibe, bi taybetî li bajarê Hesekê, bajarê ku bi milyonan kes hewandine û gel tê de di bin şert û mercên dijwar û giran de jiyana xwe didomînin. Qeyrana avê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.”
‘Di nava qeyrana avê û zor û zehmetiyan de jin ji bo afirandina jiyanê têdikoşin’
Bêrîvan Silo behsa rewşa jinan di peydakirina avê bi taybetî li kampan kir û wiha anî ziman: “Di vê aloziyê de tunebûna avê û qirêjiya ji ber bêaviyê bandorek neyînî li ser bedena jinan dike û gelek nexweşiyan bi xwe re tîne. Di kampên ku li Hesekê hatine çêkirin de jin rastî gelek zehmetiyan tên, bi taybetî bi paşguhkirina rêxistinên mirovî li kampan, mercên jiyanê xirabtir bûne. Jin bi vê ked û têkoşîna xwe ya li hemberî zehmetiyan her wiha qeyrana avê peyamek girîng didin. Diyar dikin ku ew ê dev ji axa xwe bernedin û her dem ji bo jiyanê têbikoşin.”