Qetlîamên li herêmên cîhadîst ê HTŞ’ê didome
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 5 jin hatin qetilkirin. Êrîş û qetlîamên ku ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve tên kirin, nîşan dide ku tundiya li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de didome.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê qetlîamên li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de didomînin; rûxmê ku hedefgirtin û êrîş didomîn jî, heta niha der barê van sûcan an jî berpirsyaran de tu agahiyên fermî nehatin dayîn.
Li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a li Şamê de tundî roj bi roj zêde dibe. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh ragihand ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê 5 jin hatin qetilkirin.
SOHR’ê, diyar kir ku cenazeyê ciwanekî ji gundê Cobar ê Humsê ya di dawiya sala borî de li bajêr winda bûbû, hatiye dîtin. Her wiha diyar kir ku ciwanekî ji taxa Meydan a Şamê, di encama gulebarana ji aliyê kesên çekdaran ên nenas ve jiyana xwe ji dest da. Li gundê Ebû Hekfa li gundewarê Humsê jî, di encama êrîşa bi motorsîklet û wesayîtek a ji aliyê kesên çekdaran ên nenas ve du hemwelatiyên Elewî jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha li Taxa Şerîa ya bajarê Hamayê jinekî li mala xwe bi awayekî hatiye qetilkirin, hate dîtin.