Qêrîna dayîkek ku kurê xwe di erdheja 6’ê Sibatê de winda kir

Zelîha Agirbaş a ku dayîka werzîşvan Mehmet Agirbaş ê di erdheja 6’ê Sibata 2023’an de di otela Kirçuval a Meletî de mir, ev 3 sal in lêgerîna edaletê didomîne û dipirse “Ma dewlet divê mafên min neparêze?.”

ELÎF AKGUL

Stenbol- Erdheja ku di saet 04.17’ê 6’ê Sibata 2023’an de destpêkir û piştî çend saetan cara duyem rû dayî, bû felaketa herî mezin a dîroka Tirkiyeyê. Di erdheja ku navenda wê Mereş bû û bi pileya 7.7 û 7.6 pêk hat de, li gorî hejmarên fermî nêzî 50 hezar kes mirin, bi sedhezaran kes birîndar bûn, li 11 bajaran bi milyonan mirov bê mal man. Piştî erdhejê, îhmal, dewletê mirov terkî mirinê kirin, feryad, alîkariyên nehatin, mirovên ku bi mirinê rû birû hatin hiştin, dîmenên ku ti caran neyên jibîrkirin, her carê avahiyên ji kaxezê ku bêje ewqas jî nabe, di aqilan de maye.  

Tevî ku sê sal derbas bûye hê şopên felaketê nehatine jêbirin. Hê bi hezaran mirovên di konteyneran de dijîn hene, hê ji bin xirbeyan cenaze derdikevin, hê malbatên ku kes û karên xwe windakirine, lêgerîna edaletê didomînin. Tevî dema di ser erdhejê re derbas bûye jî, ne hesabê windayan hate pirsîn, ne jî mirinên ku bi zîncîra sersariyan hatin bi rastî hevrû bû. Mirovên ku bi rojan ji bin xirbeyan nehatin derxistin, saziyên dewletê yên ku mudaxeleya dereng kirin, alîkariyên negihîştine û avahiyên ku bê konrol hatin hiştin, 6’ê Sibatê ji ‘afeta xwezayî’ wêdetir bir.

Ne afet e tevkujî ye

Yek ji doza sembol a vê hilweşîna mezin, otela Kirçuval a Meletî ye. Di avahiya ku di nava çend çirkan de hilweşiyayî de, werzîşvanên girêdayî Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Meletî jî di nav de, 21 kes mirin. Yek ji kesên ku mirin jî, voleybolvan Mehmet Agirbaş ê 27 salî ku amadekariyê zewacê dikir bû. Zelîha Agirbaş ku ji bo kurê xwe li edaletê digere, di pêvajoya dozê ku bi salen e didome de îtiraz dike ku bersûc ji ‘qusûra bi zanebûn’ bên darizandin. Li gorî wê ev dosya ne tenê doza avahiyek e, doza tevkujiyê ku divê di berpirsyariya civakê de bê darizandin e. Gotinên Zelîha Agirbaş, aşkera dike ku 6’ê Sibatê birînek hê nehatiye pêçandin e.  

Têkoşîna malbatê didome

Otela Kirçuval ku li navçeya Battalgazî ya Meletî ye, bi destepêkirina erdheja 6’ê Sibatê re di nava çend çirkan de hilweşiyaye. 6 voleybolvan û 4 futbolvanên amput ên girêdayî spora şaredariyê ya Bajarê Mezin a Meletî jî di nav de, bi giştî 21 kes di bin xirbeyan de man û mirin. Li ser giliyê kes û karên ku di otelê de mirine, xwediyê otelê û alîkarê Şaredarê Battalgazî yê AKP’yî yê wê demê Zafer Kirçuval hat girtin. Zafer Kirçuval piştî pêvajoya girtinê ya nêzî 3 mehan, hat berdan. Serdozgeriya Komara Meletî, derbarê Azîz Murat Palancî û Firat Palanci ku heta sala 2012’an rêveber bû, Saffet Kirçuval ku piştî 2012’an rêveberiya otelê dewr girtî û Zafer Kirçuval ku di demê erdhejê de alîkarê Şaredarê Battalgazî  bû, Serpil Yologlu û Fatma Altak ku berpirsên pêkanîna teknîkê û şefê şantiye, Mustafa Bîngo midurê karê îmarê yê erêkirina ruxsat çêkirinê, Alper Yigit ku erkdarê civakê projeyên tadîlat ê mîmarî erê dike, Mustafa Hakan Buker ku erkdarê civakî ku projeya statîk a tadîlatê erê dike, Hayriye Dogan û Îsmaîl Yalçinkaya ku muelîfên peroseya statîk tadîlat de ji sûcên ‘bi qusûra bi zanebûn, bûne sedemê mirina ji kesek zêdetir’ doz vekir. Doz didome, malbat ji bû sûcdar ji sûcên ‘qusûra bi zanebûn’ û ‘qesta bi zanebûn’ werin cezakirin têkoşîna xwe didomînin.  

Piştî du heftiyan Mehmet dê bizewiciya

Voleybolvan Mehmet Agirbaş ê 27 salî, yek ji werzîşvanên ku ji ber serwîs jê re nahtibû peydakirin, nedikarî biçe antremanên navenda bajêr, neçar dima here tesîsa kluba derveyî bajêr li otela bajarê mezin a Meletî a ji bo spora şaredariyê hatî bicihkirin bû. Nîşan kiribû, wê piştî du mehan bizewiciya. Lê belê Mehmet Agirbaş di roja ku tiştên mala xwe ya nû teslîm bigre, li Stenbolê hate definkirin. Dayîka Mehmet  Zelîha Agirbaş ji ajansa me re axivî. Zelîha Agirbaş diyar kir ku kêliya bihîstine ku erdhej çêbûye, pêvajoya jiyan kirine, bi hişmendiya hejandinekê pêşwazî kirine, asta hilweşîna dema gihîştine Meletî fêm kirine.

‘Heta ez hatim Meletî min ew otel dît min qet bawer nedikir’

Zelîha wiha got: “Di erdhejê de min di otela Kirçuval a Meletî de kurê xwe yê voleybolvan winda kir. Em li Stenbolê dijîn. Mehmet Can ji bo Voleybolê çûbû Meletiyê. Şaredariya Bajarê Mezin a Meletî ew li otelê bicîh kiribûn. Di erdhejê de ji otelê derneketin. Mehmet Can wê demê nîşan kiribû. Li destgirtiya xwe geriyabû. Hevjînê min ji Meletî ye. Xesiya min sibehê li hevjînê min geriyabû. Got ‘erdhej çêbû we dît’? Piştî wê li kurê min geriyan. Em difikirîn ku telefon lê dide lê nabhîze. Ji ber em ne li benda hilweşînek ewqas mezin bûn, em fikirîn ku hê razane û hevjînê min çû kar. Piştre dayîka destgirtiya wî li min geriya, got, ‘Li Meletî erdhej çêbûye wê bihîstye?’ min got na. Heta ez çûm Meletî min otel dît min qet bawer nedikir. Her ez li bendê bûm ku Mehmet li min bigere.”

‘Meletiya ewqas mezin tarî bû, AFAD tunebû’

Zelîha Agirbaş, da zanîn ku tiştên di pêvajoya gihandinê de jiyan kiriye, tabloya li bajar lê rast hatiye, ti koordînasyonek fermî an jî rênîşandan nebûye. Di nava xirbeyan de saziyên civakê nînbe, xebatên lêgerîn û rizgariyê sînordar dibin. Dîmena ku dema dighê otêlê dibîne, bi van gotinan anî ziman: “Balefirgeh ne dixebitîn, me bilêta balefirê girtibû, betal bû, me bileta otobusê girt got hûn nikarin biçin. Em bi erebeyê neketin rê. Sibeha Sêşemê me ji bo Sêwasê bilet dît, ji wê derê em çûm Meletî. Bûbû şev. Dema em hatin Meletî kolan tunebû. Me Navîgasyon vekir, ji mirovan pirsî, mirov tinebûn. Li ti cihan lêgerîn û rizgarî nînbû. Hemû kesan digot em ji Enqere û Îzmir hatine. Me ofîsa Petrolê dît, li wê derê me pirsî. Piştî wê ez neçûm erebeyê, bazdam û çûm. Piştî nîv saetê Mehmet Can ji bin xirbeyê derket. Tenê di xirbeya me de xebatên lêgerîn û rizgariyê hebû. Meletiya ewqas mezin, hemû tarî bû. AFAD tunebû, Kizilay tunebû. Kurê min jî ji aliyê madenvanan ve hat derxistin.” 

‘Dema min Otel dît min krîz derbas kir’

Zelîha Agirbaş, diyar kir ku dema rewşa fîzîkî ya otela Kirçuval dîtî, gelek matmayî bûye. Zelîha got ku difikirî ku kurê wê ji ber hêza xwe ya fîzîkî û paşeroja werzîşê dibe ku sax be, lê belê rewşa xirbeyê ev îhtimal ji holê rakiriye û wiha domand: “Otelek 8 qat bû. Ketibû bin erdê. Dema em hatin Meletî, min otel dît, min krîz derbas kir. Min got tiştek wiha nabe. Ji ber zarokê min gelek bi hêz bû. Ji dibistana navîn ve werzîş dikir. Her roj du caran entraman dikir. Du metre bû, 90  kîlo bû. Heta min otel dît, ez her difikirîm ku Mehmet Can dê ji wê derê derkeve. Lê belê kurê min tenê karîbû çavê xwe veke. Li ser cihê xwe destê xwe jî nedileqand. Me li Stenbolê defin kir.”

‘Dadmendî bi rastî kê temsîl dike?’

Zelîha Ağırbaş îdîa dike ku sûcdariyên ku di dema darizandinê de li dijî wê hatine kirin têr nakin û bi taybetî berpirsyariya rayedarên giştî hatiye paşguhkirin. Bi destnîşankirina ku xwediyê otêlê cîgirê şaredar e, ew dibêje ku divê bersûc ji ber "niyeta muhtemel" werin darizandin û wiha didomîne: "Min 9 meh şok derbas kir. Bi rastî, heta wê demê min nikarîbû pir şer bikim an jî bifikirim. Niha, neh meh şûnda, ez meraq dikim ka ez dikarim çi bikim. Piştre ez li ser Instagramê bi Malbatên ku Dadmendiyê Dixwazin (APA) re civiyam û tevlî bûm. Piştî wê, wan rêberiya min kir. Em bi hev re şer dikin, ramanan diguherînin. Em hewl didin ku di dozan de piştgiriyê bidin hev. Piştre min parêzerek ji ealatiyê dît û girt. Rûniştina me ya 8’emîn dê di 13’ê Sibatê de be. Ger hûn bipirsin ka me pêşveçûnek çêkiriye an na, ez ê bêjim ku me nekiriye. Ji ber ku bersûc hîn jî li wir in û jiyana normal dijîn. Dadgeh qet li gorî dilê me naçin. Carna ez meraq dikim, gelo em bersûc in û ew dozger in? Dadmendî bi rastî kê temsîl dike? Ez li Tirkiyeyê ji dayîk bûm û mezin bûm û min zarokê xwe li vir mezin kir. Ew lîstikvanek Şaredariya Bajarê Mezin a Meletî bû. Çima Federasyona Volebolê, an rêvebirên Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, carekê jî telefon nekirin da ku sersaxiyê bixwazin? An çima nekirin? Ez niha pir çêtir fêm dikim çima nekirin. Ji ber ku, bi raya min, ev bi tevahî psîkolojiya sûcdariyê ye. Ji ber ku her kes dizane ku ew sûcdar in. Lê ji ber ku em nikarin vê yekê îspat bikin, ew di çavên edaletê de wekî sûcdar jiyana xwe didomînin.”

‘Divê dewlet dozdaran biparêze, ne bersûcan’

Zeliha Ağırbaş dibêje ku lêgerîna wê ya edaletê sê sal in didome, lê darizandin bipêş nakevin. Ew diyar dike ku ew bawer dike xwediyê otêlê cîgirê şaredar e rasterast bandorê li dozê dike. Ew dibêje ku dê têkoşîna xwe didomîne da ku malbatên din heman pêvajoyê nejîn. Ma divê ez parêzer bim? Ma divê ez endezyarek sîvîl bim? Ma divê ez hesin an jî stûrpûşan fam bikim? Çima ez bi gelemperî vî şerî dikim? Ma dewlet divê mafên min neparêze? Lê ez her tim li kolanan im, her tim neçar im ku biqîrim ku ev bersûc sûcdar in. Dewlet, dadger, dozger divê dozdaran biparêzin, ne bersûcan. Ez qet hewceyî dewletê nebûme, lê ez bi salan e bacê didim. Divê dewlet mafên min biparêze. Ger ez welatiyek vî welatî bim, divê dewlet mafên min biparêze. Ez dixwazim dewleta xwe li aliyê min bibînim, ne li dijî min. Û ev ne çarenûs e. Ez ê tu carî qebûl nekim ku ev wek çarenûs e. Ez ê bi şer berdewam bikim. Heta ku ez bikaribim, heta ku ez nefes bistînim, ez ê vê têkoşînê bidomînim.”